Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Êdî çavê min nebînin jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim’

Hat ragihandin ku rewşa girtiyên nexweş ên di greva birçîbînê de ne Ehmedê Xemî û Ergîn Aktaş pir giran bûye û nivîskar Mehmet Yavûz ê 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî çavê wî yê rastê nabîne. Têkildarî rewşa tenduristiyê Mehmet Yavûz bi rêya malbata xwe agahî da û diyar kir ku dê çavên wî jî nebine dê têkoşîna xwe bidomîne

Girtiyê nexweşîna giran Ergîn Aktaş ji 2’yê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbînê ya bêdem û bêdorveger de ye. Li aliyê din çalakiya Ehmedê Xemî û Ahmet Çelîk ên di 22’yê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirin, berdewam dike û rayedarên girtîgehê Ahmet Çelîk hefta borî sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Tarsûsê kirin.

Hevseroka TUHAYDER a Egeyê Selma Altan derbarê hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re kirin de axivî. Altan diyar kir ku her du lingê Ehmedê Xemî felç in û mehkûmê sendelyeya bi tekerlek bûye û wiha got: “Ergîn Aktaş jî ji ber ku bi tena serê xwe nikare serê xwe bişo di canê wî de kimê der bûye. Parêzeran hem bi rayedarên girtîgehê û hem jî bi dozger re hevdîtin kirin. Lê tu encam bi dest nexwistin. Tenê daxwaza Ahmet Çelik ê ji bo sewqkirinê hat qebûl kirin. Cemal Aslan ê di 21’ê adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bû, ji ber şert û mercê girtîgehê tedawiyê qebûl nake. Naxweşiya wî ya masûlke ku pir pêş ketiye heye. Dermanên xwe venaxwe û ji ber vê jî êşên pir giran dikişîne. Aslan ji ber vê xwestibû dawî li jiyana xwe bîne. Lê ji ber ku rêveberiya girtîgehê ferq kir, asteng kirin. Niha rewşa wî çi ye em nizanin. Ji bo girtiyên nexweş ên li Menemenê em pir bi fikar in. Di rewşa girtiyan, tu guhertin tuneye. Ergîn Aktaş, Ehmedê Xemî û Cemal Aslan, di hucreyên cuda tên girtin. Xemî êdî xwîn vedirêşe.”

Zextên li ser çalakgeran zêdetir bûn

Li aliyê din nivîskar Mehmet Yavûz ê 54 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, di hevdîtina telefonê ya  bi malbata xwe re derbarê tenduristiya xwe de, ev agahî dan: “Ez pir kîlo didim û pirsgirêkên min ên tansiyonê heye. Ez rojê 1 lîmonek û 200 gram şekir vedixwim. Ev 26 sal in di girtîgehê de me. Tansiyona bilind li çavê min xist. Êdî çavê min ê rastê nabîne. Zextên rêveberiya girtîgehê yên li ser çalakgeran her roja diçe zêdetir dibin. Em bijîşkan nabînin. Gardiyan tên tansiyona me digirin û diçin. Çavê min ê çepê jî ne baş e. Rewşa min baş e. Bila hemû raya giştî bi hestiyar be û bibin dengê zindanan. Bila li dijî bêhiqûqî û bêmafiyê biqîrîn. Êdî çavên min nebînin jî, ez ê têkoşîna xwe dewam bikim.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar