Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya şervanên wan de ya di 22’yê nîsanê de ya li Ezazê 2 çete hatine kuştin ku yek ji wan berpirsarê maseya Sûriyeyê ya MÎT’a tirk e
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên şervanên wan ên li dijî leşkerên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrîn û Ezazê didomin.
Di daxuyaniya HRE’yê de li ser çalakiyên ku şervanên wan pêk anîne ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya pêngava çalakiyên rizgarkirina Efrinê de ku ji aliyê hêzên me ve hatiye ragihandin û ji bo tolhildana şehîdên berxwedana Efrînê, şervanên me bi çalakiyeke taybet derb li MÎT’a tirk û çeteyên girêdayî wê li bajarê Ezazê lê dan. Roja 22’ê nîsanê pişti şopandineke demdirej şervanên me çalakiyek taybet li hember baregeha hevbeş ya MÎT’ê ya tirk û hêza îstîxbaratê yên çeteyên bi navê Arteşa Nîştîmanî ya li bajarê Ezazê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete ku yek ji wan berpirsyarê maseya Sûriyeyê a şaxê MÎT’ê ya tirk li Sûriyeyê bû hat kuştin, 7 jî bi giranî birîndar bûn.”