Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiyên greva birçîbûnê nîşan da
Kongreya Star û TEV-DEM`ê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlibûna şêniyên Hesekê meşek li dar xistin.
Meş ji bajarokê Sifiya ber bi gundê Dawidiyê ve çû. Şêniyan pankartên li ser nivîsa ‘Em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişikînin bi Rêber Apo re azad bijîn, em ê tecrîdê bişikînin û zindana Îmraliyê hilweşînin’ hildan.
Şênî li gundê Dawidiyê li pêşiya goristana şehîd Dijwar rawestiyan. Li vir hevserokê meclisa navçeya Holê Imar Mûsa axivî û wiha got: “Berxwedana zindanan li dijî dagirkeriya pergala Tirkiyeyê û kiryarên wî bûye sembola lehengiyê.”
Mûsa di axaftina xwe de piştgiriya xwe bi grevên birçîbûnê yên di zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqez kir û ev tişt anî ziman: “Em bêdengiya civaka navneteweyî ku îdiaya azadî û demokrasiyê dike bi tundî şermezar dikin ku heta niha li hember çalakiya grevê bêdeng e.”
Endama rêveberiya Kongreya Star Nede Salih jî ev tişt anî ziman: “Em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de li hember siyaseta nemirovî ya Tirkiyeyê ku li ber xwe didin, silav dikin. Em paşde venagerin û em ê di çalakiyên xwe de dewam bikin heta ku em bigihîjin azadiya Rêber Apo û tecrîdê bişikînin.”
Her wiha meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana zindanan bi dawî bû. HESEKÊ