Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

23 û 24’ê Nîsanê yan Şîn û Cejn

Duh 23’ê Nîsanê salvegara damezirandina komarê bû. Îro 24’ê mehê û salvegera komkujiya ermeniyan e. 23’ê nîsanê weke cejnaza rokan hate îlankirin, 24’ê Nîsanê roja komkujiya ermeniyan û ji bo mirovahiyê roja şînê ye. Ev her du roj rastiya Tirkiyeyê vedibêjin.

Cejna ku hatiye îlankirin jî ne cejne jixwe. Ev cejn tenê berjewendiyên serdestan diparêze. Rayedarên dewletê her pesnê xwe didin, dibêjin “em yekem welatê ku cejna zarokan lê tê pîrozkirin in.” Heta cemaatê ji bo vê yekê organîzasyonên mezin dikir û rayedarên AKP’ê di van organîzasyonan de diketin rêzê û hezkirinên xwe û hurmetên xwe ji Fethullah Gulen re pêşkêş dikirin. Di ser de sal borîn, Gulen weke neyar îlan kirin û mirovên ji rêzê jî bi têkiliya Gulen re sûcdar kirin û avêtin girtîgehan.

Duh jî îro jî û heya ku ev pergal bidome dê sibê jî zarokên Tirkiyeyê ji cejnê bêpar bin. Cejn li zarokan herimandin. Li cihê ku ji bo zarokan mafê jiyanê tune be, kes nikare bi taybetî ji bo zarokan cejnan bike. Kengê behsa cejna zarokan dikin çavên Ceylan Onkol tên bîra mirov. Kenên Ugur Kaymazê 12 salî nîvco hîştin, Berkîn Elvan di 15 saliya xwe de hate kuştin. Alî Îsmaîl hate lînckirin. Cenazeyê Cemîle bi rojan di sarincê de hate parastin. Li gor hin daneyan li Tirkiyeyê di nav 20 salên dawî de ji 500’an zêdetir zarok ji aliyê dewletê ve hatin kuştin.

Li Tirkiyeyê ji bilî zarokên tirk hemû zarokên din ji mafê perwerdahiya zimanê zikmakî bêpar in. Ew kesên ku zarokên cîhanê bi zimanê wan li Tirkiyeyê bi sedema 23’ê Nîsanê pêşwazî dikin, zimanê zarokên vî welatî qedexe dikin. Evqas durûye ev pergal. Her wiha li Tirkiyeyê ji milyonekî zêdetir zarokên karker hene û keda wan tê pişaftin. Zarokên penaber rastî tundiyê tên. Bi destê cemaetan di salên dawî de destdirêjiya li hemberî zarokan ku sûcê mirovahiyê yê herî mezin e, zêde dibe. Li welatekî bi vî rengî cejna 23’ê Nîsanê tê pîrozkirin.

Li gel van pirsgirêkên mezin ev cejn bê tehm e, xav e û bê naverok e. Komar li ser rûreşiya 24’ê Nîsanê hate avakirin. 24’ê Nîsanê salvegera komkujiya ermeniyan e. 5 sal şûnde li ser vê komkujiyê hîmê komarê hate avêtin. 99 sal e ev bêbextiya dîrokî li pey Tirkiyeyê ye. Komar ev 99 sal e komkujî, çandkujî, zimankujiyê li hemberî kurdan jî zindî dike û zindî dihêle. Rastiya Tirkiyeyê di navbera 23 û 24’ê Nîsanê de veşartiye. Di navbera cejn û şinê de. Heya ku Tirkiye bi rastiya xwe re rû bi rû nemîne, ne dikare cejna biafirîne û ne jî rastiyeke din.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar