Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Fîlmê Dêrî li Amedê bi galayekê hate pêşandan

Fîlmê Derî ku serpêhatiya malbateke suryan a ji Midyad a Mêrdînê vedibêje û serlîstikvaniya wê Kadîr Înanir dike, li Amedê bi beşdariya Înanir, hevşaredar Selçûk Mizrakli, Hulya Alokmen Uyanik, Ahmet Turk, Dayikên Aştiyê û gelek kesan hat pêşandan

Lîstikvanê sînemayê Kadîr Înanir di fîlmê ‘Derî (Kapı)’ yê ku derhêneriya wê Nîhat Durak kiriye de, serlîstikvan e. Fîlmê Derî, serhêphatiya malbateke suryan ku ji navçeya Midyad a Mêrdînê koçî Almanyayê bûye dike. Fîlm di 12’ê nîsanê de li sînemayan hat pêşandan. Duh êvarê bi beşdariya Kadîr Înanir li Navenda Dan û Sitendinê ya Forumê ya Amedê gotubêj hat kirin. Pişt re jî fîlm bi galayekê hate pêşandan.

Di gotubêjê de hevşaredarên HDP’î yên herêma Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên jin û bi sedan welatî amade bûn. Di gotubêjê de Kadîr Înanir derket ser dikê. Dayikên Aştiyê jî derketin ser dikê û bixêrhatina Înanir kir. Piştre jî endama Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axaftineke kurt kir. Yîgît bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Ji ber rewşa zarokên me, kezeba me dayikan dişewite û dilê me diêşe. Bila her kes dengê zarokên me bibîhîze û destê xwe têxe bin kevir. Bila pêşî li herikîna xwînê bê girtin û hêsirên dayikan nerijin. Em li dijî mirina mirovan e. Em bang li serokkomar Erdogan û wezîrê dadê dikin ku dengê me bibihîzin.” Piştî axaftinê dayikan laçika sipî ku weke remza aştiyê tê qebûlkirin, bi sitûyê Înanir ve kirin.

Înanir bîranîneka xwe vegot

Kadîr Înanir jî axaftineke kurt kir û bîranîneka xwe ya li Amedê vegot. Înanir wiha got: “Di sala 1971’an de hatim Amedê. Wê demê li Tirkiyeyê ji bo kirîna wesayîtan mirov di rêzê de di man. Hejmara wesayîtan kêm bû. Yên ku dixwestin bikevin rêzê, ji telîsan hejmar dihilbijartin. Ger ku ji wan re wesayît biterketa, dibûn xwedî wesayît. Ez jî bi komeke qelebalix re hatim Amedê. Min jî hejmarek jê girt. Kî bi şens bûya dê wî wesayît bigirta. Daxwazeke ewqas zêde hebû ku min jî tenê gotinek kir. Min got ku; ‘pêşeroja xwe tu caran bi hêviya şens nehêlin.’ Ez heman tiştî îro jî dibêjim. Hûn bi xêr hatin.”

Hevşaredaran jî fîlm temaşe kir

Piştî axaftinê jî welatî ji bo temaşekirina fîlm, derbasî hola sînemayê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî temaşekirina fîlm bûn. Hevşaredar, Dayikên Aştiyê û Înanir li kêleka hev fîlm temaşe kir.  Piştî nîşandana fîlm welatiyan bi deqîqeyan li çepikan da. Mizrakli û Turk kurte axaftin kirin û kulîlk dan Înanir û ew pîroz kirin.

Di Derî de çi heye?

Fîlmê Derî qala malbateke suryan ku ji gundekê navçeya Midyad a Mêrdînê sirgûnî Berlîn a Almanyayê bûy, dike. Di dema koçberiyê de zarokê malbatê winda dibe û êdî agahî jê nayê girtin. Piştî salên dûdirêj ji malbatê re agahî tê ku hestiyên kurê wan li Mêrdînê di bîrekê de hatine dîtin. Malbat ji bo testa DNA’yê tê vexwendin. Malbat ji Berlînê tê Mêrdînê. Malbat piştî xwînê dide diçe gundê xwe û bi kavilkirina gund re rû bi rû dimînin. Dema malbat diçe ber mala xwe, dibîne ku deriyê wan û şibakeyên wan nînin û mal hatiye talankirin. Malbat ji gundiyan hîn dibin ku deriyê wan ku di çêkirina wî de keda kurê wan ê windaybûyî jî hebû, nîne.

Kadîr Înanir ku bi rola bavê malbatê û bi navê ‘Yakup’ serlîstikvaniya fîlm dike, li deriyê ku bi alîkariya kurê xwe bi destê xwe çêkiriye digere. Dikeve pey çîroka derî û çîroka derî ji Mêrdînê heta Stenbolê dirêj dibe. Derî li şîrketeka Stenbolê ku berhemên dîrokî û binirx tên firotin dibîne û deriyê xwe ji wan distîne û tîne gund. Dema Yakup derî tîne gund, testa DNA’yê ya kurê wî jî bi encam dibe û derî dike darbesta kurê xwe û bi merasîmekê li gorî baweriya suryanan bi darbestê vedişêrin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar