Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Civak û hunera exlaqî -II-

Mijara civak û hunera exlaqî, bêguman ne tenê pirsgirêka çend kes û an jî hinek derdoran e. Dema mirov behsa têgeha exlaq, terbiye, wijdan û hwd. dike, di heman demê de meriv behsa zagonên xwezayî ên mirovahiyê ku ji bo jiyana hevbeş û rengane hatine afirandin dike.

Di çerxa jiyana moderniteya kapîtalîst de ku çawa xweza û surişta gerdûnê tarumar dike, bi heman şêwaza hovane, li ser mêjî û pergala civakên mirovahiyê jî eroziyonê dike.

Her civak, pergal û babetekê de meriv dikare behsa peywira exlaq bike. Ango peywira exlaqî pîvana hemû babet û gewhera livbaziya mirov e.

Dema di çi babetê de exlaq lewaz bibe, bandora xwe li babetên din jî dike.

Madem ku mijara me hunera exlaqî ye, pêwîst e bizanibin ku bandora hunerê giyan, karekter, hest û morala civakê seranser eleqedar dike.

Di vê mijarê de, rojane mînak û bûyerên di jiyanê de em dijîn hene.

Jiyana exlaqî di vê serdemê di nav qîlên tunde tîjên ejderhe, ên modernîteya kapitalîst de, ne rehet û ne jî ji rêzê ye.

Dema tu ji neteweyekî bindest bî û her wiha nasname, çand, ziman û hunera te bi sedan sal in di bin gefa talan û gefa kirkirinê de be û di bin nîrê dagirkerî û pişaftinê de binale, ji aliyê çar pergalên despot, faşîzan ve hatibe çarmêxkirin wê demê mirov mehkûmî jiyaneke erzan û bêrûmet dikin.

Jiyan, têkoşîn, helwest û sekneke exlaqî ji bo hinek derdorên ku bûne qurbaniyên dagirkeriyê wekî xewn û xeyal e. Lê ji bo kurdê birûmet û welatparêz kelem, cefa, zext û zordarî delameta wefadariya mirovahiyê ye.

Civaka me bi felsefe, feraset û bîrdoziya‘jiyana nû’ ya Rêber Apo hişyar bûye û gelo em di vê mijarê de di ferqa rola xwe de ne? Gelo em çiqasî li gorî exlaq û nirxên Rêber Apo tevdigerin û layiqî wî dibin? Ji bo parastina nirxan û ji tevizandina kêmasî û netêrbûnan rizgar bikin gelo em xwe di lêpirsînan de derbas dikin? An jî em li gorî feraseta ‘Ji Serok Apo re silav ji xuy û edetên berê re dewam’ tevdigerin?

Pêwîst e di mijarên çalakî, helwest, jiyana takekesî, malbatî de gelekî hişyar bin. Dewleta dagirker 40 sal in bi her alî ve êrîş dike lê dîsa jî nikare ronesansa vejîna neteweyî rawestîne. Hemû hêvî û merema wan ew e ku me biwestînin, bêzar bikin û da ku pîvanên exlaq û nirxan lawaz bike.

Bêguman 40 sal in veguhestina nifşên nûgihayî û xweguhertin berdewam e. Lêbelê ya girîng ew e ku exlaqê Tevgera Azadiyê bêkêmasî û bêqusur, di hemû babetên têkoşîna gel û civakê de encam bide.

Di rastiya xwe de, mîna hemû civakên dinyayê girîng e pêşengiya exlaq, wijdan, edaletê herî zêde rewşenbîr û hunermendên civakê rola xwe bînin cih.  Lê sed mixabin ronakbîrî û hunermendiya kurd hîna xwe bi tewriya ‘hesp li pêşiya erebeyê ye, an ereb e li pêşiya hespê ye’ mijûl dike!

Xwendevanên hêja dizanim û di ferqê de me ku ev mijareke berfireh e. Di berdewa nivîsa xwe de, ez ê hewl bidim ku serpêhatî û binpêkirina prensîbên exlaqî çawa diqewimin binivîsînim.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar