Polîsên tirk bi gaza îsotê û TOMA’yan li Kuçukçekmeceyê êrîş bire ser şêniyên taxê ku îstîsmarkirina zarokan protesto dikirin
Li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukcekmece ya Stenbolê hê kesên ku êrîşa cinsî birin ser zaroka 5 salî nehatî girtin, bûyereke weke vê li Taxa Ataturkê ya li Îkîtelliyê jî pêk hat û li ser vê gel xwe berda kuçeyan û bûyer şermezar kir.
Ji bo ku êrîşkar werin girtin û darizandin, nav rojê li du taxan jî çalakî bûn, piştre êvarê li Kanaryayê jî gel derkete kuçeyan. Çalakiya gel a bi dirûşma ‘heq, hiqûq, edalet’, ‘Kanarya şiyar be li zarokên xwe xwedî derkeve’, ‘bêdeng nemîne biqîre, ji îstîsmarkirinê re na’ heta bi derengiya şevê berdewam kir.
Piştî demekê polîsan bi gaza îsotê û TOMA’yan êrîş bire ser gel. STENBOL