Parêzerên ewropî piştgirî dan berxwedêrên li Strasbourgê û bertek nîşanî helwesta CPT’yê dan
Endamên buroya hiqûqê ya bi navê Progress Lawyers Network ku li Belçîkayê bi giranî li ser dozên siyasetmedarên kurd û dozên penaberan dixebitin, serdana berxwedêrên li Strasbourgê kirin ku 130 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.
Parêzerên ku ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran kirin ev in; Joke Callewaert, Ivo Flachet, Thomas Mitevoy, Selma Benkhelifa, Jan Buelens, Olivier Stein, Mieke Van den Broeck, Marie Doutrepont, Hind Riad, Rosalie Daneels, Loica Lambert, Leila Lahssaini, Pauline Delgrange û Robin Bronlet.
Parêzeran di dema serdanê de ji bo demeke kurt bi hin çalakgeran re axivîn û li ser rewşa wan a tenduristiyê û daxwazên wan agahî wergirtin. Piştre, endamên komîteya amadekar a çalakiyê agahî dan parêzeran.
Komîteya amadekar ragihand ku her 14 çalakger bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin. Nûnerê Komîteya Amadekar diyar kir ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ku saziyên erkdar ên li Ewropayê ne, heta niha bi rola xwe tevnegeriyane. Ji parêzerên Belçîkayê jî xwest, mijara tecrîdê hem li CPT, hem jî li Konseya Ewropayê û saziyên hiquqî ya navneteweyî bînin ziman.
Ji parêzeran Joke Callewaert di dema serdanê de axivî û bal kişand ser hewldanên li Ewropayê yên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna kurdan. Joke Callewaert her wiha biryara Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê bi bîr xist ku meha derbasbûyî diyar kir ku karên PKK’ê karekî terorî nîne û got, di biryarê de şerê navbera PKK’ê û artêşa tirk weke şerê di navbera du artêşên çekdar de tê pênasekirin.
Ji parêzeran Selma Benkhelifa jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê. Benkhelifa ji bo grevên birçîbûnê wiha got: “Bi dîtina me, daxwazên we hemû rewa ne. Çi girtiyekî siyasî be, çi jî mehkûmekî din be, mafê her girtiyan heye ku parêzerên xwe bibîne. Divê CPT vê daxwazê qebûl bike.”
Parêzer Selma Benkhelifa got ku helwesta CPT a ji bo neçûyîna Îmraliyê nayê fêhmkirin û diyar kir ku wê vê yekê ji wan re ragihînin. STRASBOURG