PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

KNK: Derfetên serkeftinê zêde ne û yekitî pêwîst e

Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe ya asayî parve kir. Di encamnameyê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê hat nirxandin. KNK’ê da zanîn ku li her çar parçeyan gelên Kurdistanê di bin êrîşan de ne û destnîşan kir ku niha derfetên serkeftinê ji her demê bêhtir hene û yekitiya hêzên kurd pir pêwîst e

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 21’ê nîsana 2019’an de li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî. Konseya rêveber encamnameya civîna xwe bi daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku di civînê de destpêkê rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistanê û li cîhanê hatine nirxandin.

Encamname wiha ye:

“Em bi sê serkeftinên mezin ketin sala nû. Ji bo me sala nû ji Newrozê dest pê dike. Di serî de pîrozbahiyên Newroza îsal gelek girseyî û gelek bi coş bûn. Beşdarbûn ji salên derbasbûyî zêdetir bû û li her derê peyama berxwedanê derkete pêş. Bi Newrozê re di heman demê de DAIŞ bi temamî hate têkbirin û hemû dever ji destê hêzên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Ev ne tenê serkeftineke leşkerî bû, her wiha serkeftinekî siyasî û dîplomatîk jî bû. Ev serkeftineke mezin û dîrokî bû. Piştî wê di hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de, HDP li Kurdistanê bi ser ket, li bajarên mezin ên Tirkiyeyê jî bi tifaqa faşîst a AKP-MHPê da windakirin. Ev serkeftin û pêşketineke mezin e. Em bi vê serkeftinê rêvebir, kesên hatin hilbijartin, endam û alîgirên HDP’ê û gelê xwe pîroz dikin.

Li gel vê rewşê, ji aliyê din ve Erdogan û hevalbendên xwe yên şerxwaz, hîn jî li ser hukm in. Di hilbijartinê de derb xwarin. Wekî din jî aboriya Tirkiyeyê hingî diçe ber bi xirabiyê ve diçe. Di asta navneteweyî de jî astengiyên giran derdikevin pêşiya hikûmeta Erdogan. Ev pirs û aloziyên giran, ji polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd û ji şerê Kurdistanê derdikevin. Erdogan û hevkarên wî gelê me û hêzên azadiyê ji vê rewşê berpirsyar dibînin. Tê payîn ku êrîşên xwe zêdetir bikin. Ev jî tê wê wateyê ku rewşa heta niha heyî dê kûrtir bibe, alozî û şer jî dê berdewam bikin. Dewleta dagirker a tirk dê polîtîkaya xwe ya li dijî gel û şoreşa me, dê şerê xwe yê li Bakur, li Rojava û li Başûr bidomîne. Her wiha dê di asta navneteweyî de jî hemû kartên xwe li dijî me bi kar bîne. Kesek bila hêviyek din jê neke. Li gorî vê rewşê pêwîste hemû hêzên kurdistanî û gelê me di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de bin. Bila bê zanîn ku dijminê me ewqas bi hêz nîne. Di hêla leşkerî, aborî û di asta navneteweyî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Li hemberî vê êrîşkariya dewleta tirk, berxwedaneke mezin a bêhempa lazime. Ji vê pêştir rêyekî din nîne. Em çiqas li ber xwe bidin, em çiqas êrîşên wan bişikînin, em ê ewqas bêhtir nêzî azadî, aştî û çareseriyê bibin. Ev derfet û ev potansiyela me heye û em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.

Niha rojeveke sereke çalakiyên greva birçîbûnê ne. Ji bo peyama azadiya birêz Ocalan bigihije hemû cîhanê, divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ jî bi serkeftinê were biencamkirin. Ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, niha bi tevlêbûna 7 hezaran çalakvanan didome. Em weke KNK’ê hemû çalakvanan bi rêzdarî silav dikin û diyar dikin ku heta dawiyê ligel daxwaziyên wan in. Ocalan bi bîr û ramanên xwe, bi hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê xebat kir û hê jî dike. Xebata ji bo azadiya birêz Ocalan jî, ji bo me hemûyan peywirekî herî bingehîn e. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo şikandina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan tekoşînê bilind bikin.

Rojavayê Kurdistanê

Li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê şer û alozî berdewam in. DAIŞ têk çû. Ax û erd di destê wan de nema. Lê weke hêzeke terorê berdewame. Dagirkeriya dewleta tirk a li Efrîn û Şehbayê dewam dike. Muxalefeta Sûriyeyê bê hêz bûye û ber bi paşerojeke nediyar ve diçe. Rejîmê, serweriya xwe ya li ser axa Sûriyeyê zêde kiriye. Hêzên navneteweyî heta niha jî li Sûriyeye ne. Hinek wan xwedî bername ne lê hinek jî hîn xwedî bernameyekî nînin. Li gorî vê rewşê divê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, hem xwe xurttir bike hem jî dîplomasiyeke piralî bimeşîne. Hedef ew e ku di avakirina Sûriyeya nû de kurd û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bibin xwedî statûyeke xweser û Sûriye jî bibe welatekî demokrat. Hedefek sereke jî ew e ku dagirkeriya dewleta tirk di zûtirin demê de bê bidawîkirin û deverên dagirkirî bên azadkirin.

Eve demeke komîteya KNK’ê ya Rojava ji bo nêzikkirina partî û rêxistinên kurdistanî, bi hemû aliyan re hevdîtinan dike û diyalogeka navxweyî dimeşîne. Amanc ew e ku lêvegereke kurdî ya ku li ser navê kuradan bibe cihê biryarê, bê avakirin. Di vî warî de kar û xebat berdewam in û gav bi gav pêşdeçûnên baş jî pêk tên. Li ser xwestina KNK’ê, rêveberiya xweser biryar da ku ger destûr negirtibin jî, ofîsên partiyên endamên ENKS’ê bên vekirin. Weke navenda KNK’ê, di serê meha adarê de me xwest em şandeyekê bişînin Rojava. Şandeya KNK’ê çû başûrê Kurdistanê û xwest derbasî Rojava bibe. Mixabin li gel hemû hewladanan jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya PDK’ê rê nedan ku şandeya me di Deriyê Sînor ê Sêmelkayê re derbasî Rojava bibe. Rêyeke din jî tune bû. Şande bêyî ku biçe Rojava, zivirî. Em vê helwestê şermezar dikin. Çi dibe bila bibe weke KNK’ê em ê karên diyalog û yekitiya di nava mala kurdî de berdewam bikin.

Başûrê Kurdistanê

Piştî referandûmê û karesata Kerkûk û deverên dabirayî, rewşa Başûr xirab bû û heta niha jî baş nebûye. Mixabin heta niha hêzên kurdistanî, bi awayekî serkeftî nehatine ba hev û yekitiyeke weke tê xwestin ava nekirine. Ji 6 mehan zêdetire ku hilbijartin pêkhatine lê heta niha jî hikûmet nehatiye avakirin. Hikûmeta heyî jî bê bandore û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û ger neyên çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek aloziyan. Peywendiyên bi Bexdayê re jî ne başin, ne yekrû ne û ne li ser bingeha destûrî ne. Ev jî xetereyên mezin bi xwere tîne.

Dagirkeriya dewleta tirk jî li ser vê rewşa nebaş zêde bûye. Ev e ji salekî zêdetire hêzên dewleta tirk herêma Biradostê dagirkirine û her ku diçe jî dagirkeriya xwe berfirehtir dikin. Li hemberî vê dagirkeriyê, berxwedana hêzên HPG’ê berdewam e. Ji xwe gelek deverên din jî binke û baregehên leşkerî yên artêşa tirk ev bi dehan salane li Başûr hene. Gelê me yê Başûr bi giştî ji vê rewşê ne rehete û gelek caran nerazîbûna xwe diyar kirine. Li herêma Şêladizê serhildanekî mezin li hemberî dagirkeriya tirk pêk hat. Lê mixabin hikûmeta herêmê li şûna ku piştgiriya gel bike, li ser çalakvanan de çû û hevaltiya dagirkeran kir. Vê jî rewş aloztir kir û cesaret da dijmin. Bi vê munasebetê em careke din bang li hikûmeta herêmê û hemû hêzên kurdistanî dikin ku li hemberî êrîşkarî û dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest bin û li hemberî êrîşan bisekinin.

Li Başûr tundûtîjiya li ser jinan berdewam e. Ev demeke rêjeya kuştina jinan li Başûr her ku diçe zêdetir dibe. Di vî warî de helwesta hikûmet û dezgehên edlî, lewaz e. Ev jî cesaretê dide kujeran. Ev pirsgirêkeke mezine û divê di sêrî de hikûmet, dezgehên edlî û emnî, bikevin hereketê û pêşî li vê rewşa xirab bigrin.

Her wiha li Başûr, pirsgirêkên aborî û kêm xizmetî jî berdewamin. Pirsgirêka mûçeyan bi temamî nehatiye çareserkirin. Li bazarê bihabûn heye û piraniya gelê me bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ye. Gendelî berdewame û heta niha jî di vî warî de tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Pirs û pirgirêkên civakî jî her ku diçe kûrtir dibin.

Ji bo Başûr ji van pirs û pirsgirêkan dûr bikeve, pêwîstî bi hevpeymaneke xurt û guhertinên demokratîk heye. Divê keyfiyet, ez ezî û berjewendiyên malbatî û hizbî, li ser berjewendiyên neteweyî re neyên girtin û herkes rîayetê kanûn û nîzamê bike.

Rojhilatê Kurdistanê

Li rojhilatê Kurdistanê jî dagirkerî û alozî berdewame. Rejîma Îranê bi çi şêweyî be bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê kurd nasnake û siyaseta xwe ya çewisandinê berdewam dike. Êrîşên li ser kolberan berdewamin û gihiştine asta qetlîamê. Polîtîkaya îdamkirina muxalîfan berdewame. Di heman demê de pirsgirêkên aborî û bêkariyê jî, roj bi roj zêdetir dibin. Pirsgirêka belavbûn û bikaranîna madeyên hişbir (narkotîk) di nav civakê de berdevame. Rejîma Îranê li şûna pîşî li belavbûn û bi kar anîna madeyên hişbir bigire, ber eks pêşiyê lê vedike. Ev jî talûkeyeke mezin li ser civaka me çêdike.

Li gel pirsgirêkên aborî, di vê demê de ji ber barana zêde lehî rabûn û rê li ber karesatên mezin vekirin. Niha pêwîstiya gelê me yê Rojhilat bi alîkariyê heye. Bi vê munasebetê em careke din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li mexdûrên lehiyê derkevin û alîkariyê bikin.

Li rojhilat hem pirsgirikên siyasî, hem pirsgirêkên aborî û civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li seranserê Îranê jî heman pirsgirêk hene. Roj bi roj nerazîbûna gel zêdetir dibe. Xwestina guhertinan, li seranserê Îranê her roj zêdetir dibe. Ev rewş heta hetayê bi vî rengî dewam nake. Îran ber bi guhertinekê ve diçe. Pêwîste hêzên kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Dema alozî kûr bûn, xwedî li gel û welat derkevin. Ji bo vê yekê jî di sêrîde divê di nav xwe de yekitiyekî ava bikin.

Gelê me yê asur, suryan û keldan jî weke gelê kurd hem li seranserê Kurdistanê û hem jî li herêmê bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye. Ji ber hejmara kêm û baweriyek dînî ya cuda, di bin zextên giran de dimînin. Divê îdareya başûrê Kurdistanê, û îdareya bakur û rojhilatê Sûriyeyê rewşa hesas a gelê me yê asur, suryan û keldan ber çavan bigirin û li wan bêhtir xwedî derkevin.

Amadekariyê civata giştî û plansaziya pêşerojê

Kurdistan bi giştî di rewşeke aloz re derbas dibe. Tifaqa dijminan a ku dema referandûma Başûr de pêkhatî berdewam e. Me Kerkûk û deverên dabirayî bi vê tifaqê ji dest dan. Her wiha di êrîşa Efrînê de jî ev tifaq li ser kar bû. Di dagirkeriya herêma Biradoste û deverên din ên Başûr de jî li ser kar bûn. Ev tifaqa dijminan, ji bo me talûke û xetereyan bi xwe re tîne. Lê çiqas di nav xwe de tifaqan çêkin jî nakoyên di nav wan de jî zêde ne. Her wiha li hundir û li derve weke dema berê xurt nînin. Gelê kurd jî ne mîna berê ye. Ger em bikarin navmala xwe sererast bikin û yekitiyeke baş pêk bînin, derfetên serkeftinê ji hemû deman zêdetirin. Di vê demêde ji hemû deman zêdetir, pêwîstiya me bi tifaqê heye. Weke KNK’ê  em ê vê mijarê weke mijara sereke dest bigrin û ji bo yekitiya neteweyî, em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin.

Di berdewamiya civînê de li gorî rojevê, kar û xebatên sê mehên derbasbûyî ji aliyê berpirsyarên komîsyonan ve hatine parvekirin. Li ser kar û xebatan nirxandin hatin kirin û ji bo kar baştir bêne meşandin, pêşniyar hatin kirin û biryar hatin stendin. Her wiha plansaziya dema pêş hate nîqaşkirin û xebatên dema pêş hatin plankirin. Piştî mehekî din, KNK 20 saliya xwe temam dike. Çalakî û pîrozbahiyên 20 saliya KNK’ê jî hatin plankirin.

KNK, ber bi civata giştî ya 19’an ve diçe. Civata giştî ya îsal dê di meha cotmehê de bê çêkirin. Îsal sala nûkirinê ye. Wê endamên KNK’ê ji nû ve bên hilbijartin û her wiha di civata giştî de di serî de rêveberî û hemû dezgehên KNK’ê dê bêne nûkirin. Amadekariyên hilbijartinan û amadekariyên civata giştî li ber çavan re hatin derbaskirin û li gorî vê, kar hate dabeşkirin.

Civata giştî û beşdarbûna KNK’ê, ji hemû hêzên kurdistanî re vekiriye. Em dixwazin hemû hêzên kurdistanî di nav KNK’ê de cihê xwe bigrin. Bi vê munasebetê em bang li hemû hêzên kurdistanî dikin û dibêjin ku ‘werin beşdarî Civata Giştî ya 19’emîn bibin û cihê xwe di nava KNK’ê de bigrin.’”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar