Di pirtûkekê de ku ji bo xwendekarên Fakulteya Îlahiyatê tê pêşniyarkirin de wiha tê gotin, “Nebaşiya bi her awayî bi kurdan re ye. Kurd ji bilî koletiyê, ji bilî karên giran û bêqîmet bi kêrî tiştekî din nayê.”
Pirtûka spartekan ku Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bi taybetî dide xwendekarên kurd ên pola dawî, heqaretê li gelê kurd dike.
Pirtûka ‘Ahlak-î Alaî’ ji aliyê Kinalîzade Alî Çelebî (1517-1571) ve hatiye nivîsandin û Fakulteya Teolojiyê ya Zanîngeha Çûkûrovayê ji bo xwendekarên pola dawî pêşniyar dike ku ‘pir bixwînin û hîn bibin’. Di pirtûkê de tişta ku li ser gelê kurd hatiye nivîsandin, heqaret û biçûkxistin e.
Rêveberiya fakulteyê vê pirtûkê bi taybetî dide xwendekarên kurd ji bo bixwînin. Di pirtûkê de wiha tê gotin: “Kurd bi başî û siwariya xwe navdar in, lê nîjadek e ku bi dizî û şêlandinê jî tê naskirin. Xwediyê Sukur’i Rakîk dibêje: Kurd hişk in, bi hêz in, wêrek in; gelekî xizan in, li hemberî pirsgirêkên debarê sebir dikin, ne dilsoz in, bi hêrs û bêwefa ne. Kurd ji bilî karên koleyan, karên giran û nehêja bi kêrî karekî din nayê.” WAN