Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Aydinê herî kêm 30 kes hatin binçavkirin

Polîsan di danê sibehê de li navçeyên Efeler û Koşk ên Aydinê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku gelemperiya kesên hatin binçavkirin zarok in û bi hinceta ‘nîşaneya serkeftinê kirine’ hatine binçavkirin

Hikûmeta AKP-MHP’ê êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike. Li hêla din jî ji bo tepisandina civakê bi hemû rê û rêbazan êrîşî civakê dike. Di vê çarçoveyê de hema hema rojane li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi ser malan de digirin û welatiyan binçav dikin.

Di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî de polîsan li navçeyên Efeler û Koşk ên Aydinê di danê sibehê de bi ser gelek malan de girt. Hat diyar kirin ku di encama serdegirtina malan de di nav de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, bi giştî zêdetirî 30 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, piraniya kesên hatine binçavkirin zarok in. Hat ragihandin ku ji kesên hatin binçavkirin gelek jê bi hinceta ku di Cejna Newrozê de nîşaneya serkeftinê kirine, hatine binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin tenê navên S.Şîmşek ê 16 salî, M. Aktavşan ê 17 salî û S. Guler ê 17 salî hatin zanîn. AYDIN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar