Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê bibin dengê zarokan’

Meclisa Jinan a HDK’ê, derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 5 salî daxuyanî da û wiha got: “Em ê bibin dengê zarokên ku tên bêdengkirin. Li her cihê ku êrîşa zayendî tê kirin em ê bi dengê herî bilind biqîrin: Zarok tê bêdengkirin lê tu bêdeng nemîne.”

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 5 salî li Kuçukçekemceyê ya Stenbolê de daxuyanî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî êrîşa zayendî jin li her derê li ser pêyan e lê Walîtiya Stenbolê çalakgeran wekî ‘provokator’ nîşan dide û polîs jî êrîşî kesên ku bûyerê şermezar dikin dike.

Di daxuyaniyê de meclisa jinan bal kişand ser biryara veşartinê ya têkildarî lêpirsînê û wiha domand: “Biryara veşartinê ya derbarê lêpirsîna li ser bûyerê tê wateya bincilkirina wê. Ji Pozantî, Ensar û heta Aladagê polîtîkayên dewletê yên li dijî zarokan bingeha êrîşên nû û zêdebûna tundiyê ava dikin.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em careke din bang li îktîdarê dikin û dibêjin ku ji bo tundî û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bên bidawîkirin bila polîtîkayên li dijî êrîşan bên pêşxistin.  Em ê bibin dengê zarokan! Li her cihê ku êrîşa zayendî tê kirin em ê bi dengê herî bilind biqîrin: Zarok tê bêdengkirin lê tu bêdeng nemîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar