PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Demîrtaş: Ên ku biryara kuştinê didan pêşî li hevdîtinan girtin

Selahattîn Demîrtaş di rûniştina danişîna doza xwe ya îro de anî ziman ku dozgerê ku der barê wî de doz vekirî niha ji FETO’yê girtî ye. Demîrtaş got ku di esasê xwe de yên ku biryara girtin û kuştinê di dan, hevdîtinên bi Ocalan re asteng kirin

Danişîna doza hevserokê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncan a Enqereyê, didome. Demîrtaş bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.

Parlamenterên HDP’ê û komek parêzer jî danişînê dişopînin. Di danişînê de Demîrtaş parastina xwe kir û wiha got: “Dozgerê ku bi doza TIR’ên MÎT’ê dihat nasîn Ahmet Karaca ku niha girtî ye, der barê min de fezlekeya jimar 13’an amade kiribû. Di 2010-2011’an de gelek endamên me bi hinceta hevkariya AKP-Cematê hatibûn girtin. Ji ber xebatên em xwedî li hevalên xwe derketin, dozgerên cematê bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ doz li me vekirin. Piştî 9 salan jî niha ez têm darizandin.”

Pêvajoya çareseriyê

Di berdewamê de jî Demîrtaş amadekirina fezlekeya bi îdiaya ‘pesindayîna sûc û sûcdar’ jî weke ‘daraz wezîfeya xwe xerab bikar tîne’ nirxand û wiha domand: “Bi Ocalan re tu hevdîtin nedihatin kirin. Me jî di Newrozê de û her cihê fersend lê didît qala vê mijarê dikir. Weke ku min got; kî aciz bû? Dozgerê ku fezleke amade kirî kî ye? Endamê cemaatê ye. Li ser navê kê tevdigere? Dibe ku dema ev yek dikir nedizanî bê ka xizmeta kê dike. Anku van kesan tenê ji bo ku me navê Ocalan bi kar anî ye, em dan girtin. Di esasê xwe de yên ku gotin fezlekeyan amade bikin, li kolanê bikujin, derb bikin, rojnamegeran lînç bikin û bêkar bihêlin ew kesên ku hevdîtina bi Ocalan re asteng kirin bûn. Aciz bûn. Çima? Ji ber ku pêvajoya li Osloyê dest pê kir û pişt re li Îmraliyê domiya, ne di kontrola van hêzan de bû. Welatiyên Komara Tirkiyeyê, kurd, tirk û muxalefetê bawerî bi hev anî û xwestin pêvajoyê birêve bibin. Çima dozgerek ji vê aciz dibe? Dema ku siyasetmedarek ji bo aştiya welat di axive û nîqaşan dike, dozgerek çima ji vê aciz dibe? Ev mijareke polîtîk e.”

‘Axaftinên me sûc nîn in’

Demîrtaş got ku dadgehên cezayên sulhê bi awayekî derqanûnî biryara guhdarkirinê dane û wiha pê de çû: “Hemû hêzên di hundirê emniyetê de hatine guhdarkirin. Bi vê yekê xwestin ku di raya giştî de bertekan biafirînin û zextan li muxalefetê bikin. Di dawiya dawî de divê pêvajoyên çareseriyê bên birevebirin. Axaftinên me yên der barê Ocalan de sûc nîn in. Wê demê hemû rayedarên dewletê li Îmraliyê hevdîtin dikirin. Hemû axaftinên min, nêrîn û ramanên min ên siyasî ne. Dozger nikarin biryarê bidin bê ka ez ji kê re bibêjim birêz an jî nebêjim.”

Ji bo ‘Pesindayîna sûc û sûcdar’ mînak da

Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser berdana bersûcê êrîşî serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kirî û wiha derbirî: “Hûnê der barê kesê ku kulm li birêz Kiliçdaroglu da û pişt re jî hatiye berdan û kesên destê wî maç kirin de tiştekî bikin? Bila bibînin bê ka kî pesnê sûc û sûcdar dike. Ger qala pesindayîna sûc bê kirin, bila li tiştên duh qewimîn binêrin.”

Danişîna Demîrtaş berdewam e. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar