Li çoltarê navçeya Licê ya Amedê di nabera gerîlayên HPG, YJA Starê û hêzên artêşa tirk de pevçûn derket. Hat îdiakirina ku ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbûne
Operasyona leşkerî ya artêşa tirk ku li dehan gundên li bakurê navçeya Licê ya Amedê ji duh serê sibehê ve bi tevlêbûna gelek tîmên taybet û leşkeran dabû destpêkirin, didome. Li gorî agahiyan, di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de pevçûn derket.
Hat îdiakirin ku di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbûne. Êrîşa hêzên artêşa tirk a li herêma Licê didome.
Hat zanîn ku artêşa tirk di çarçoveya operasyona leşkerî de li gundên Hedik, Xosor, Mezraaliyan, Şaxur, Karincak û Zengesorê jî êrîşên xwe didomîne. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku leşkerên tirk di navbera van gundan de noqteyên lêgerînê danîne. AMED