Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sarisaç: AKP bi tecrîdê dijminatiya kurdan dike

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç diyar kir ku AKP hewl dide bi rêya tecrîdê û polîtîkaya xwe ya dijminatiya bi kurdan re li ser piyan bimîne û wiha got: “Bi tecrîdkirina Ocalan re hem gelê kurd hem jî hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin.”

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 170 de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a bi heman armancê dest pê kir di roja 157’emîn de ye. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 131’emîn de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiye yên di 16’ê kanûna 2018’an ve da bû destpêkirin 132 roj in berdewam dike. Piştî 1’ê adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 57’emîn de didome.

Çalakiya Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê adarê de, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên 8’ê adarê dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê çalakiya xwe berdewam dike têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya li hemberî çalakiyan ji ANF’ê re axivî.

Sarisaç anî ziman ku hikumeta AKP’ê hewl dide bi polîtîkayên tecrîd û dijminantiya li dijî kurdan xwe li ser piyan bigire û wiha got: “Bi tecrîdkirina Ocalan re hem gelê kurd hem jî hêzên demokratîk tên tecrîdkirin. Bi tecrîda li Îmraliyê re kurd û rêberê wan hedef hatin nîşandan û şer hîn zêdetir hate kûrkirin. Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd û Ocalan heman. Dewletê li Îmraliyê sîstemek taybet ava kiriye. Kengî tecrîd kûr dibe nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd jî tê guhertin. Dema tecrîd giran dibe girtin, kuştin û komkujî li dijî gel pêk tê. Ji bo ev pêvajo bi dawî bibe divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan bê rakirin û di vê hêlê de divê rexnedayîn ji bo kurdan bê dayîn û mafên wan bê naskirin.”

‘CPT ji rêgezên xwe dûr ketiye’

Sarisaç bal kişand ser rola Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û destnîşan kir ku CPT bi helwesta xwe ya li hemberî Îmraliyê ji rêgezên xwe dûr ketiye û wiha pêde çû: “Tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên mirovan ê gerdûnî û peymanên navneteweyî ye. Her wiha li dijî derî qanûnên Tirkiyeyê bi xwe ye jî. CPT heta niha li dijî bêhiqûqîtiya tên kirin derneketiye. CPT û DMME’ê bi helwest û biryarên xwe yên Îmraliyê pişta xwe daye gelê kurd. Tecrîd bi destê Tirkiyeyê tenê nayê bicihanîn, tenê peywîra gardiyaniyê dane Tirkiyeyê. Ji dîlgirtina Ocalan heta sîstema Îmraliyê di bin kontrola hêzên emperyal de tê bi rêvebirin. CPT bi xwe jî bûye parçeyek ji vê polîtîkayê. Şer û zilma li ser gelê kurd jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Her wiha dagirkirina Efrînê jî bi vê yekê re girêdayî ye.”

‘Em ê bi ser bikevin’

Sarisaç li bêdengiya hikumetê ya li dijî çalakiyên grevên birçîbûnê jî axivî û ev tişt anî ziman: “Hikumeta AKP’ê di çarçoveya şerê dijî kurdan de li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê bêdeng e. Lê belê gelê kurd û malbatên dîlên azadiyê li ser lingan e û li dijî vê faşîzmê li ber xwe didin. Li seranserê cîhanê gel li hemberî vê rewşa li Tirkiyeyê aciz e û li dijî vê nerazî ye. Li gel zordestiya Tirkiyeyê gel li ber xwe dide. Dibe îro bi awayek cemawerî nerazîbûn nebe, lê her kurdek li dijî vê li ser lingan e. Îro nerazîbûneke wijdanî û exlaqî heye. Em tiştek pir zêde naxwazin em tenê dixwazin hiqûq bikeve dewrê û dewlet li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Çiqas dewlet îdîa dike demokrat e lê mixabin tam berovajî vê îdîayê ye. Her roja diçe bêhiqûqî û bêedaletî zêde dibe. Em li vir bang li gelê Tirkiyeyê dikin, li hemberî vê bêhiqûqiyê rabin û çi ji destê kê bê bila bike. Îro zilm li Kurdan tê kirin, sibe dora we ye. Li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar