Walîtiya Amedê bi hinceta ku dê hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin, hemû rêyên ku diçin ber girtîgehê girtin
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û şandeya pê re dê îro li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixista. Walîtiya Amedê bi hinceta ku dê daxuyanî bê dayîn, hemû rêyên ku diçin ber girtîgehê li çûn û hatinê re girt. Walîtiyê îdia kir ku daxuyaniya hevserokan li dijî qanûnan û hiqûqê ye.
Li ser fermana walîtiyê, polîsan bi maşîneyên zirxî rê girtin. Ji ber pêkanîna polîsan, herikîna trafîkê hat asta sekinandinê. AMED