Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG: Li Pîran û Çelê 3 leşker hatin kuştin

Li navçeya Pîran a Amedê û navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku li herêma Zê ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa tirk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê agahiyên li ser çalakiya gerîlayan a li navçeya Pîrana Amedê ya li dijî artêşa tirk ragihand û ev agahî parve kir: “Di 24’ê nîsanê saet 05.30’î, de li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Qereqola Tirê Tîm çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî û navîn çalakî hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de her wiha dîwarê qereqolê jî hilweşiya. Piştî çalakiyê, ji qereqolên derdorê bi çekên giran gule li qada çalakiyê hatin reşandin û hêzên dijmin bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin. Di çalakiyê de û bomberdûmana piştî çalakiyê zerar negihişt hêzên me.”

Li Çelê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi berdewamî encama çalakiya gerîlayan a li Çelê jî ragihand û ev agahî da: “Di 23’ê nîsanê saet 13.30’î de li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Tepê Sor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke ku 2 leşker tê de bûn hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin bi çekên giran bombe li qada çalakiyê barandin. Hêzên me bêyî ku zerarê bibînin li baregehên xwe vegeriyan.”

Bomberdûmana bi balafirên şer

HPG’ê boberbaran balavirên şer ên dewleta tirk jî ragihand û ev agahî parve kir: “Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li hin qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê; Di 26’ê nîsanê (îro) saet 00:30’î qada Kunişka ya herêma Zê, di 25’ê nîsanê (doh) saet 08.30’î de qada Deşta Kafya ya Garê, êvarê saet di navbera 20.00-20.30’î de derdora gundê Çemrobotkî yê nehiya Çemankê ya Duhokê, di 23’ê nîsanê êvarê saet 19.00’an de Geliyê Şehîd Ozgur ê herêma Zê hatin bombekirin. Di 23’ê nîsanê de li Zê di êrîşê de hevalên me Demhat û Rojhat şehîd bûn. Di êrîşên din de zerar negihişt hêzên me. Di êrîşa derdora gundê Çemrobotkî de bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtin. Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar