Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Parastina deskeftiyên hilbijartinê

HDP’ê têkildarî encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmê yên hinek bajar, navçe û bajarokan îtîrazî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir û tu îtirazekî HDP’ê jî nehat qebûlkirin. Lê îtîrazên partiyên faşîst ên wekî AKP/MHP’ê hatin qebûlkirin.

Îtîrazên HDP’ê hatin redkirin û îtîrazên îktîdarên faşîst a AKP û MHP’ê hatin qebûlkirin û bêguman sedema van redkirin û îtîrazan tê fêmkirin. Çawa ku AKP/MHP partiyên bingehîn ên rejîma şerê taybet a tirk be, YSK jî saziyeke bingehîn a şerê taybet a dewleta tirk e. Ji ber wê yekê YSK’ê bersivên bi vî rengî da îtîraza partiyan û rola ku li vê saziyê hatibû barkirin bi cih anî.

Mexseda me ew nîne ku em têkildarî rastiyên ku tên zanîn nirxandin û şîroveyan bikin. Pirsgirêka esasî ew e ku rastiya wan dihat zanîn û li hemberî lîstikên wan tiştên pêwîst nehatin kirin. Lazim e civaka Kurdistanê, hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê li hemberî bloka faşîst a AKP/MHP’ê li gorî vê rastiyê tevbigeriyan.

Bêguman ev nayê wê wateyê ku em bibêjin ‘ev qedera me ye’, ‘jixwe dê ev tişt pêk bihatana’ û ferzkirinên bloka faşîst a AKP/MHP’ê qebûl bikin û li hemberî van biryarên şaş ên YSK’ê dernekevin. Li dijî vê yekê em li vîna gel xwedî derkevin û heta dawiyê destkeftiyên gel biparêzin. Ji bilî vê tu bijarteya me nîne.

Heta niha bloka faşîst a AKP/MHP’e her tim xwestin bi zextan encaman bi dest bixin. Em dikarin bibêjin ku heta radeyekê ‘encam’ bi dest xistin. Qet nebe heta niha îtîrazên ku hatin kirin asteng kirin. Li Kurdistanê li hemberî piştgiriya berxwedana ku bi pêş dikeve astengî derxistin û piştgirî dan êrîşên komkujiyê.

Niha rewş hinekî guheriye û bloka faşîst a AKP/MHP’ê hemû kesên  din wek dijmin dibînin û wek polîtîkayeke esasî êrîşî hemû kesî dikin. R. T. Erdogan beriya hilbijartinên 31’ê adarê hemû kesên dijberî xwe wekî ‘terorîst’ îlan kiribû û niha jî ji bo pêwistiyên van gotinên xwe bi cih bînin tevdigerin.

Ji ber vê yekê ku divê em li deskeftiyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê xwedî derkevin. Ger bloka faşîst a AKP/MHP li hemberî encamên hilbijartinê bi zextan bi ser bikeve dê bi her avahî sazîbûna xwe pêk bîne û hemû astengiyên li pêşiya xwe ji holê rakin. Ev rastî pir aşkera û zelal tê dîtin. Ji ber vê yekê girîng e ku destkeftiyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî bên parastin.

Parastina deskeftiyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî nayê wateya parastina ‘çend şaredarî’ an jî ‘çend endamên meclisê’. Ev rasterast pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê eleqedar dike. Bloka faşîst a AKP/MHP’ê vê rastiyê dibînin û dixwazin encamên ku ew dixwazin bi dest bixin. Demên borî jî wisa kiribû. Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de bin ketin û îktîdar ji destê wan derket. Lê ev encamên hilbijartinê qebûl nekirin. Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de jî bin ketin û bi zext û gefan binketina xwe veşartin.

Xwestin di hilbijartinên 31’ê adarê de jî heman senaryoyê dubare bikin. Lê îcar negihiştin mexseda xwe lê ji bo daxwazên xwe pêk bînin israr dikin. Piştî 31’ê adarê dixwazin bi cih bînin israr dikin.

Ev pir aşkera ye û ya girîng ew e ku ev rastî bê dîtin. Lazim e kêmasiyên ku berê hatin kirin dubare nebin. Wê demê deskeftiyên hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîranê baş nehatin parastin. Her wiha bi tayînkirina qeyûman îradeya gel xesp kirin lê helwesta pêwîst nehatibû nîşandan. Li hemberî zextên bloka faşîst a AKP/MHP’ê ji bo encamên rast ên hilbijartinê israr nehat kirin û paşve gav hat avêtin. Ev helwest bê sedem ku faşîzma AKP/MHP’ê bêtir bi wêrek tevbigerin.

Faşîzma AKP/MHP’ê dixwazin encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê li gorî xwe biguherînin. Divê ji hilbijartinên berê ders bên derxistin û destûr neyê dayîn ku encama biguherînin. Wekî ku ne hilbijartin, wekî şer pêk hat û lazim e deskeftiyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî bên parastin.

Divê neyê jibîrkirin ku tu hêz nikare civaka rêxistinkirî û bi biryar têk bibe. Ew hêz xwedî çekên pir giran bin jî nikarin civakeke rêxistinkirî têk bibin. Her tim wisa bûye û dê her tim wisa bibe.

Zext û zordariyên bloka AKP/MHP’ê ya piştî hilbijartinê ancax dê bi vî rengî bên astengkirin. Ji bilî vê tu rê tune.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar