Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Guven di roja 171’emîn de berdewam e

Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan berdewam e. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 171’an, a Nasir Yagiz kete roja 158’an û ya koma yekemîn a li girtîgehan jî kete roja 133’yemîn

Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, 171 roj li pey xwe hişt. Çalakiya Leyla Guven li mala wê ya navçeya Rezan a Amedê berdewam dike.

Her wiha li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku bi heman boneyê dabû destpêkirin, di roja 158’emîn de didome. Berxwedana 14 çalakgerên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî kete roja 132’yan. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan a li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest pê kiribûn, di roja 133’yemîn de berdewam e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Berxwedana parlamenteran

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de, parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya parlamenteran didome. Çalakvanên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatin berdan jî li malên xwe çalakiyê didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 111’an, a Gurbet Ektîren kete roja 102’an,  a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 113’an,  a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 44’an,  a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 111’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 60’an.

Li dijî girtinan jî çalakiya xwe berdewam kirin

Di heman demê de endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî li malên xwe çalakiyên xwe berdewam dikin.

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar