Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtiyê di greva birçîbûnê de: Me bi tenê nehêlin

Girtiyê bi navê Aydin Atalay bi rêya malbata xwe bang li malbatên girtiyan kir ku deng bidin dengê wan û berxwedêran bi tenê nehêlin. Dayika Atalay, Zekiye Atalay jî got ku bi şev û roj zarokên wan li ber hizra wan in û xwest ku beriya darbest ji girtîgehan derkevin, daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin

Berxwedana greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, didome. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan jî bertek nîşanî tecrîdê dan û xwestin ku raya giştî xwedî li berxwedana zarokên wan derkeve.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Aydin Atalay (23) e. Atalay li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê tê girtin û 58 roj in di greva birçîbûnê de ye. Têkildarî rewşa Atalay, dayika wî Zekiye Atalay axivî. Dayika Zekiye got ku her hefte kurê wê lê digere û ev agahî dan: “Kurê min got ku tansiyona wî zêde bûye û gelek zeîf bûye. Her wiha diyar kir ku li benda malbatên girtiyan in ku dengê xwe bilind bikin.”

‘Bi şev û roj di hizra min de ne’

Dayika Zekiye destnîşan kir ku kurê wê xwestiye ku wan bi tenê nehêlin û wiha pê de çû: “Kurê min got ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Heta niha kurê min tev li hemû grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin, bûye. Ji ber vê jî nexweş e. Ji bo rakirina tecrîdê careke din kete greva birçîbûnê. Kurê min û girtiyên di greva birçîbûnê de ji ber hizra min naçin. Ji ber vê jî xew bi çavên min nakeve. Ez bang li wezîrê dadê û hevjîna wî dikim. Ew jî dayik e û êşa dil dizane. Dilê me diêşe. Bila guh bidin daxwaza zarokên me.”

‘Xewa birîndaran tê lê ya birçiyan nayê’

Di dawiyê de jî dayika Zekiye ev tişt destnîşan kir: “Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin, divê hikûmet gavan biavêje. Xewa birîndara tê lê ya birçiyan nayê. Bila kes nemire. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar