Xwendekara Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê Rojîn Muştak anî ziman ku polîsan wê revandiye û jê re gotine ku di HDP’ê de nexebite û destnîşan kir ku ji roja ku hatiye revandin heta niha tê şopandin
Xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê û endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Rojîn Muştak, wexta ji zanîngehê dertê polîs wê disekinînin û dibêjin îfadeyek te heye û wê binçav dikin.
Derbarê mijarê de Muştak anî ziman ku piştî binçavkirina polîsên bi kincên fermî wê radestî polîsên sîvîl dikin û wiha got: “Min ji polîsan re got, dixwazim li malbata xwe bigerim. Lê nehiştin bigerim. Bi zorê min li wesayîtê siwar kirin. 5 deqîqe şûnde min ji wesayîta ewil daxistin û li wesayîteke din siwar kirin. Ên min li ber dibistanê girtin nasnameya xwe nîşandan. Lê yên din nîşan nedan. Wan got em polîsên TEM’ê ne û dixwazin bi wê re biaxivin. Derpêş kirin ku fealiyetên Meclisa Ciwanan a HDP’ê îllegal in û mirovên tê de cih digirin talûke ne. Her wiha wêneyên du kesên di meclisê de jî nîşan dan û gotin divê tu bi van kesan re rûnenê.”
Polîsan wê nebirine qereqolê
Di axaftina xwe de Muştak destnîşan kir ku polîsan wê nebirine qereqolê saet û nîvekê wê bi wesayîtê gerandine û wiha domand: “Ji min re gotin ger tu bi van kesan re bigerî dê tiştên xirab were serê te û tu yê nikaribî bixwînî û em ê te bigirin. Her wiha gotin em careke din jî dixwazin te bibînin. Min jî got, ger îfadeya min hebe ez ê bêm qereqolê, lê ya hûn dikin ne rast e. Lê gotin rêyên din jî hene û dikarin bi awayekî din jî te bigirin. Paşê min danîn cihekî ku bi kîlometreyan dûrî cihê min jê girtin.”
‘Dixwazin ez dev ji xebatan berdim’
Muştak da zanîn ku ji roja hatiye revandin tê şopandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fealiyetên me hemû xebatên legal in. Ger wisa bûna bila nehiştana meclisa ciwanan ava bibûna. Em van zext û zoriyan qebûl nakin. Min dişopînin û dixwazin ez dev ji xebatên xwe berdim. Dixwazin vîna me bişikînin lê dê nikaribin bi ser bikevin.”
Her wiha têkildarî rewandinê Muştak serî li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê da. STENBOL