Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li avahiya rêxistina efûyê çalakvan hatin îşkencekirin

Polîsên ingilîz û tirk li ser daxwaza Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê, êrîşî çalakvanên di avahiya rêxistinê de çalakî pêk di anîn, kir. Polîsên ku bi hovane êrîşî çalakvanan kirin, 20 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Meclisa Gel a Kurd a Brîtanyayê weke bêexlaqiyeke mezin pênase kir

Bi armanca piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re û bal kişandina ser rewşa çalakvanan, komeke ku ji endamên Meclisa Jinan a Roj, Yekitiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) û Meclisa Gelê Kurd a Hevpar pêk dihat, di roja çarşemê de ketibûn avahiya Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê û xwestibûn ku rêxistin der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide. Piştî ku di hevdîtinan de daxwazên çalakvanan hatin redkirin, çalakvanan di hundirê avahiyê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şevê din saet di 01:00’ê de bang li polîsan kir û xwest ku mudaxaleyî çalakvanan bikin û avahiyê vala bikin. Li ser vê yekê jî bi dehan polîs ketin avahiyê û ji çalakvanan xwestin ku avahî vala bikin. Lê çalakvanan qebûl nekir. Polîsên ku êrîşî çalakvanan kirin, çalakvan bi îşkenceyê kelepçe kirin û binçav kirin.

Êrîşî Zengîn û Saît jî kirin

Di nav de Nahîde Zengîn û Mehmet Saît ên ku 44 roj in di greva birçîbûnê de ne jî, polîsan êrîşî çalakvanên li derve jî kir. Di encama êrîşê de rewşa Zengîn giran bû û rakirina nexweşxaneyê. Zengîn tedawî qebûl nekir û careke din vegeriya avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî. Kesên hatin binçavkirin di serî de birin stasyonên Barnet û stasyonên cuda yên Londonê.

Daxuyaniya Meclisa Gel a Kurd

Têkildarî mijarê Meclisa Gel a Kurd a Brîtanyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de helwesta rêxistina efûyê hat şermezarkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cihekî ku erka xwe bi cih bîne û guh bide daxwazên çalakvanan, li dijî çalakvanan êrîşekî dijmirovî pêk anî. Rêxistina efûyê nedihişt ku çalakvan destşok û tawletên hundirê avahiyê bikar bînin. Her wiha nedihiştin ku çalakvanên li derve jî bikevin avahiyê. 3 rojan çalakvan di tecrîdê de hiştin. Daxwaza çalakvanan ew bû ku rêxistina efûyê têkildarî tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyekê bide. Lê li şûna ku guh bide daxwazê, zext li çalakvanan kir û di danê sibehê de jî polîsan êrîşî çalakvanan kir. Em vê nêzikatiya dermirovî şermezar dikin. Vê helwestê deqeke reş li rûyê rêxistina efûyê da û xuya bû ku li gel zaliman cih digire. Em mudaxeleya polîsên ingilîz û tirk şermezar dikin. Bi êrîşkirina çalakvanên ku 44 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger re bêexlaqiya herî mezin kirin.” LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar