Civaka Îslama Demokratîk bi tevlêbûna zêdetirî 300 delegeyan, yekemîn kongreya xwe li Rimêlanê dest pê kir. Di kongreyê de Aldar Xelîl axivî û da zanîn ku ola îslamê her tim ji hêla hin derdoran ve ji bo armancên qirêj hatiye bikaranîn. Xelîl bi lêv kir ku Erdogan jî yek ji van kesan e
Yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk (CÎK) li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê, bi dirûşma ‘Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan’, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Di kongreyê de 300 delegeyên ji herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rûspiyên êlan û nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn.
Kongre bi rêzgirtin û xwendina Quranê dest pê kir. Di kongreyê de komîteya amadekar axaftin kir, raporên salane û rêzikname hatin xwendin û tê payîn ku dê hevserokatiya kongreyê û meclican bê hilbijartin û komîte bên avakirin.
Kongre li beşdaran pîroz kir
Di kongreyê de Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî. Xelîl di serî de kongre li hemû beşdaran pîroz kir û hêvî kir ku rêgezên îslamê yên wekhevî, edalet û azadiyê di civakan de pêk werin. Xelîl di berdewamê de jî anî ziman ku Rojhilata Navîn, navenda olên asîmanî bû û ew serbilindin ku li vê herêmê ne. Xelîl bi lêv kir ku divê ew rastiya olên asîmanî ji bexşandin û aştiyê di navbera hemû civakan de pêk bînin.
Bikaranîna ola îslamê
Xelîl got ku yek ji sedemên şerê li Rojhilata Navîn, êrîşa li dijî çanda wê ye. Xelîl bi lêv kir ku ola îslamê ji bo şerên siyasî û armancên ji rastiya wê dûr ve hatiye bikaranîn. Xelîl da zanîn ku gelek kiryarên qirêj di bin nava ola îslamê de hatine kirin û wiha derbirî: “Di bin nava ola îslamê de gelê kurd û yên herêmê hatin qirkirin. Yek ji van jî pêkanînan jî ên Erdogan ên li ser axa Sûriyeyê ne. Erdogan, îslamê ji bo dagirkeriya xwe bikartîne.”
‘Dema pêşîlêgirtina bi kar anîna ol hatiye’
Di dawiyê de jî Aldar Xelîl wiha got: “Erdogan, ev 16 sal e bi navê îslamê li Tirkiyeyê serweriyê dike. Bi pergalekî dîktatorî Tirkiyeyê birêve dibe û li ber çavan komkujiyan dike. Li pêş çavê her kesî Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlib dagir kir. Dixwaze dagirkeriya xwe hîn bêhtir fireh bike. Dem, dema pêşîlêgirtina bikaranîna ol e. Divê em rastiya ola îslamê û olên asîmanî derxin holê” QAMIŞLO