PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Em ê lêgerîna xwe ya edaletê bernedin’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê heftê jî ji bo pirsîna aqûbeta windayan çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiyan de hat gotin ku heta dîtina windayan dê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan vê heftê jî çalakiyên xwe pêk anîn û aqûbeta windahiyên xwe kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 533’yemîn de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin.

Di çalakiya vê heftê de serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî. Zeytun di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê derhiqûqî ye û divê demildest tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne.”

Zeytun destnîşan kir ku rewşa girtiyên ku ketine greva birçîbûnê gihiştiye asta krîtîkbûnê û tevî vê yeke jî girtî tedawiyê qebûl nakin.

Her wiha Zeytun bal kişand ser mudaxeleya polîsan a li dijî dayikan û xwest şîdeta polîsan a li hemberî dayikan bi dawî bibe.

Piştî axaftina Zeytun endamê Komîsyonan Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Erturk ku di 1989’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliye çeteyên dewleta tirk ve hat binçavkirin û windakirin, xwend.

735 hefteye li edaletê digerin

Dayikên Şemiyê jî di hefteya 735’emîn a çalakiya xwe li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê domandin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gelê Filistînê Mehmût Hasan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya vê heftê de aqubeta Kadîr Keremoglû yê di 14’ê Nîsana 1995’an di bin çavan de hatibû windakirin, hat pirsîn.

Aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn

Daxuyaniya vê heftê, xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’yê Îlona 1980’î de di bin çavan de hat windakirin Îkbal Eren da û wiha got: “Ev 36 hefte ne mafê me yê şermezarkirinê û civata me ya aştiyane asteng dikin. Ev astengî mafê me binpê dike û di heman deme de Qanûna Bîngehîn jî binpê dike. Kadîr Keremoglû yê 75 salî di 14’ê Nîsana 1995’an de li navenda Wanê dema ji Mizgefta Keremoglû derdiket ji aliyê torosên spî ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin. Malbatê serî li hemû meqamên ewlehî, edlî, îdarî û leşkerî dan lê tu encam bi dest nexistin.”

Eren anî ziman ku dê dest ji lêgerîna Kadîr Keremoglû berdin û ev peyam da: “Em ê dest ji lêgerîna windahiyên xwe berdin. Em ê tu carî dest ji Qada Galatasaray a cihê hevdîtina windahiyên me ye bernedin.”

‘Em dixwazin gorek me hebe’

Dûre kurê Kermoglû Bahattîn Keremoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya edaletê heye. Ez bang li dewletê dikim; dest ji vê îşkencê berdin. Em tenê dixwazin hûn hestiyên me bidin me. Bila gorekê bavê min jî hebe ku em her heftê li ser fatîhayê bixwînin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Em ê her tim li vê qadê bin.”  AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar