Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinan ji bo greva birçîbûnê zincîra ji mirovan çêkir

Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de jinan ji mirovan zincîr çê kir û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Çalakvanan dirûşmên ‘Deng bidin girtîgehan’ berz kirin

Piştgiriya bi grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, berdewam in. Ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê, Meclisa Jinan a HDP’ê li Parka Kugulu ya Enqereyê kom bûn û ji mirovan zincîr çêkirin.

Jinan çalikên spî bi stûyê xwe ve kirin, rûpoş dan ber rûyê xwe, destên hev girtin û ji mirovan zîncîr çêkirin. Di çalakiyê de li ser koma çalakvan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Jiyana me di bin tecrîdê de ye, welat dibin tecrîdê de ye. Bi hezaran girtiyên siyasî ji bo rakirina vê tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Leyla Guven 171 rojin di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven parlementereke û tenê dixwaze ku dewlet li gorî qanûna bingehîn tevbigere. Ger em îro bêdeng bimînin, em ê mirinan temaşe bikin.”

Di çalakiyê de jinan bênavber dirûşmên ‘Deng bidin girtîgehan’, ‘Deng bidin grevên birçîbûnê’ , ‘Deng bidin Leyla Guven’, “Deng bidin tecrîdê’ û “Deng bidin zindanan’ berz kirin.

Çalakî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar