Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatan li Pirsûsê bang kir: Deng bidin dengê zarokên me

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê dest bi çalakiyê kir. Malbatan xwest ku hemû kes ji bo piştgiriyê bila bikeve nava liv û tevgerê û deng bidin dengê zarokên wan

Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zêdetirî 7 hezar girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo piştgiriya bi girtiyên di greva birçîbûnê de û bal kişandina ser rewşa wan, malbatên girtiyan ên Pirsûs a Rihayê, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pirsûsê dest bi çalakiya nobedê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Pirsûsê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiya malbatan. Malbatên girtiyan beriya ku dest bi çalakiya nobedê bikin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlamenter Surucu destnîşan kir ku rewşa girtiyan asta krîtîk derbas kiriye.

‘Ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe didin’

Surucu da zanîn ku malbatên girtiyan îro dest bi çalakiya nobedê dikin. Surucu diyar kir ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in û dê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya malbatên girtiyan. Piştre jî birayê girtiyê bi navê Nîhat Ekmez ku 127 rojin li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Serhat Ekmez axivî. Ekmez got ku xizmên wan ji bo demokrasî û aştiyê bedena xwe dane ber mirinê. Ekmez bi lêv kir ku ji bo ku dengê xizmên xwe bidin bihîstin, ew jî dest bi çalakiyê dikin.

Bavê Ekmez, Mahmût Ekmez jî xwest ku hemû kes ji bo piştgiriyê bila bikeve nava liv û tevgerê û bibin dengê zarokên wan. Piştî daxuyaniyê jî çalakî dest pê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar