Dewleta tirk û çeteyên wê, li Efrînê 2 birayên din revandin. Her du bira 15 roj berê hatin revandin û heta niha agahî ji wan nayê wergirtin
Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete, li navend û gundên Efrînê bênavber mirovan direvînin. Li gundê Kaxre yê Efrînê, Mihemmed Ubeyd Hemreşo (42) û Ehmed Ubeyd Hemreşo (32) berî 15 rojan hatin revandin û hîn jî agahî ji wan nayê wergirtin. EFRÎN