PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li 39 navçeyan çalakiyên piştgiriya grevên birçîbûnê

Ji aliyê HDP’ê li 39 navçeyên Stenbolê ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê û banga tevlêbûna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê çalakî hatin lidarxistin

HDP’ê li 39 navçeyên Stenbolê ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin çalakî lidarxist. Her wiha di çalakiyan de banga tevlêbûna pîrozbahiyên 1’ê gulanê hat kirin.

HDP’î, li navçeya Esenlerê bi dirûşmeya; “Leyla rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan. Girse bi tilîlî meşaleyan di nav taxan geriyan. Niştecihên taxê jî bi bi heman awayî bi tilîlî û dirûşmeyan piştgirî da meşê û tevlî bûn.

Li navçeya Kagithaneyê jî HDP’yiyan ji bo 1’ê Gulanê belavok belav kirin û bal kişandin ser berxwedanên greva birçîbûnê. HDP’yî, li qada bazarê ya li Maltepeyê geriyan û çûn serdana esnafan û banga tevlîbûna mîtînga ji bo 1’ê Gulanê û piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê kirin.

Li Kadikoyê, pivdanokên ku li ser, “Ji bo qanûn bê pêkanîn, Leyla Guven û 7 hezar girtiyên siyasî di grevê birçîbûnê de ne” û “Ji bo şkandina tecrîdê dawîlêanîna grevên birçîbûnê di destê te de ye” hatî nivîsîn hatin firandin.

Her wiha belavokên ku heman nivîs li ser heyî, li avahî û dikanan hatin belavkirin.

HDP’iyan li navçeyên din ên Stenbolê jî ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û 1’ê Gulanê bi heman awayî xebat kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar