Di nava çeteyên dewleta tirk ên li Efrînê de teqîneke mezin pêk hat. Hat zanîn ku di encama teqînê de gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne
Li navenda Efrînê di nava komên çeteyan de teqîneke mezin pêk hat. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, di encama teqîna mezin de gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bidestxistin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku jineka birîndar rakirine nexweşxaneyên dewleta tirk. Her wiha nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi pêk hatiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin. EFRÎN