Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pirtûka Rênas Mûsa ya li ser Kobanê derket

Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’î yên li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan û bi ser ketin kirin pirtûk û çap kir. Navê pirtûka Mûsa “Tarîhîn Sifir Noktasi Kobanê” ye

Nivîskar Rênas Mûsa, hevdîtinên xwe yên bi şervanên YPG û YPJ’î yên li Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û çavdêriyên xwe kirin pirtûk. Navê pirtûka Mûsa “Tarîhîn Sifir Noktasi Kobanê” ye. Pirtûk ji Weşşanxaneya J&J derket.

Mûsa diyar kir ku wexta şerê bajêr dewam dikir ew û hin rojnamevanan çûne Kobanê û wiha got: “Berê min di çapemeniyê de Kobanê didît lê wexta ez çûm pir cuda bû. Bajêr, tarûmar bibû. Li navçeyeke ev qasî biçûk şerekî ev qasî mezin, ev yek tesîreke mezin li min kir. Şervanan û gelê sivîl mil da milê hevdu û li dijî DAIŞ’ê rûmeta mirovahiyê diparast. Heta şerê Kobanê jî DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê bajêr dagir dikirin. Di Şerê Duyem ê Cîhanê de Stalîngrat faşîzma Hîtler rawestandibû. Li Kobanê jî ciwanên kurd û dostên wan bi hev re faşîzma DAIŞ’ê rawestand. Ev pirtûk li ser israra şervanê bi navê Şiyar Amed hat nivîsandin. Şiyar gotibû: ‘Gelê kurd li vira rûmeta mirovahiyê rizgar dike. Teqez divê ev di dîrokê de bê tomarkirin. Eynê wekî şervanên 300 Spartiyan, divê hin kes pêkanînên li vira binivîsînin.'”

‘Çîroka ciwanên kurd e’

Mûsa anî ziman ku tiştên hatine nivîsandin ji bo dîrokê nîşe ne û dê hemû hevdîtinên xwe yên bi şervanan re tomar kirine û paşê kirine pirtûk. Mûsa wiha got: “Li eniya şer, di dema şer de me deng tomar dikirin. Her wiha ev yek derûniya şer jî yeko yeko vedigot. Min ji şervanan xwest behsa şeveke Kobanê û bîranîneke xwe bikin. Beriya her tiştî ji bo kurdan Kobanê birînek e û berxwedaneke. Di dîrokê de cara ewil kurd li Kobanê bi awayekî ruhî û netewî hatin cem hev. Raya giştî ya cîhanê û gelên cîhanê ji bo Kobanê seferber bibûn. Cara ewil bû ku tiştekî wisa di dîroka kurdan de diqewime. Di şerê Kobanê de şervanên jin ên kurd bêtir derketin pêş. Feysel Ebû Leyla, di hevpeyvîneke xwe de gotibû ‘ji niha û pê ve kî pirsa Kobanê bike bêjin li rojavayê Kobaniyê ye.’ Yanî ev çîroka ciwanên kurd e. Çîroka bajarê Kobanê ye ku sembola berxwedanê ye.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar