YSK mazbataya 2 endamên meclisa şaredariya Erxenê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê de hatibûn hilbijartin, betal kir
Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya endamên meclisa şaredariya Erxenê Muslum Ocay ve Erdal Tekdemîr ku di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê de ji HDP’ê hatibûn hilbijartin, betal kir. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê têkildarî mijarê ji Şaredariya Erxenê re nivîs şand û ragihan ku bi hinceta ku KHK’î ne mazbatayên endamên şaredariya wan Ocay û Tekdemîr hatine betalkirin. AMED