Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

“Herêma Ewle” bi Efrînê re têkildar e

Demek berê herkes pirseke wiha ji kurdan re dikir; “hûn çi dixwazin.” Îro kes pirseke wiha nake. Çimkî, kurd çi dixwazin êdî aşkera ye. Kurd dixwazin li ser axa xwe azad bijîn.

Ev rastî her çend ji aliyê dijminê kurdan ve tê berovajîkirin jî, lê êdî raya giştî ya cîhanê vê rastiya kurdan dibînin. Kurd wek tê gotin ne cûdakar in, ne jî dijminatiya gelên dikin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê jî hate dîtin ku kurd ji bo demokrasî û azadiyê helwestek şayan nîşan dan. Lê dewletên hemû siyasetên xwe li ser tunebûna kurdan ava kirine, naxwazin rastiya gelê kurd bibînin. Ji bo wê jî asta dijberiya xwe ya li dijî kurdan her diçe zêdetir dikin.

Ji aliyê herkesê ve tê dîtin ku dewleta tirk navenda dijberiya kurdan e. Dagirkeriya dewleta tirk di roja me de di çarçoveya sînorê xwe yên siyasî nemaye û dagirkeriya xwe nava sînorê Iraq û Sûriyeyê de fireh kiriye. Di demên dawî de jî dixwaze di bin navê “herêma ewle” de li seranserê Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriya xwe firehtir bike. Ev dagirkeriya ku dixwaze bispêre hebûna Dewletê Yekbûyî Amerîkayê (DYA), ji aliyê gelê herêmê ve hîç nayê qebûlkirin. Berovajî vê yekê gelê herêmê li ser vê axa Sûriyeyê hebûna dewleta tirk wek êrîşkarî û tahlûkeyên komkujiyên nû dibîne.

Niha diyar dibe ku di navbera Dewletê Yekbûyî Amerîka û dewleta tirk ya dagirker ve bazarek dijwar li ser “herêma ewle” tê kirin. Ev bazar divê ne li ser hesabên şaş yên li ser gelên Sûriyeyê be. Amerîka wek navbênkarek li gora navbênkarek tevbigere û berjewendiyê her du aliyan hesap bike. Divê bêzanîn ku tu metirsiyekî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dewleta tirk û gelê li Tirkiyê dijîn tune ye. Ev gotin bi vî rengî bi temamî propagandaya rayadarên dewleta tirk in. Lê diyar dibe ku dewletên bi Tirkiyeyê berjewendiyê wan yên aborî û siyasî hene û dibin berdevkê propagandaya dewleta tirk.

Di gelek mijaran de siyaseta kurd êdî gihaştiyê wê astê ku bi herkesê têkeve nava têkiliyan û li gora berjewendiyên gelên herêmê bazaran bikin. “Herêma ewle” jî beşek ji bazarê ye. Ev bazaran niha bi navbênkariya Dewletê Yekbûyî Amerîka ve dimeşe. Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhatiyê xwe hebûna dewleta tirk di axa xwe de naxwazin. Lê ji ber ku gelê herêmê nakokî bi Tirkiyê re jî naxwaze lê rêya çareseriyekî digre.

2 roj berê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyê Demokratîk Mazlûm Ebdî di vê mijarê de axaftinek balkêş kiribû û gotibû heta di mijara Efrînê de dewleta tirk gaveke erênî navêje, wê têkiliyê wan bi Tirkiyeyê re baş nebe. Ev jî dide diyarkirin ku kurd û gelê herêmê li rêya çareseriyê digerin.

Dewleta ji roja destpêkê heta niha li Efrîn guhertina demografîk dimeşîne. Bi sed hezaran gelê Efrînê ev salek zêdetir e di şertên zahmet de dijîn. Mal û milkên wan niha di destên hinek din de ne. Ji bo wê jî bi taybet ji bo siyaseta Dewletê Yekbûyî Amerîkayê li Sûriyeyê bi ser bikeve divê siyaseta dewleta tirk ya Efrîn biguhere. Gelê Efrînê di nava aramiyê û çavdêra saziyên navneteweyî vegerin ser mal û milkên xwe, di nava aramiyê de bijîn. Serkeftina bazara li ser “herêma ewle” jî bi vê ve girêdayî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar