Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Nameya Ocalan a ji bo Nesrîn Akgul

Yek ji girtiyên ku dê sibe ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikeve rojiya mirinê jî Nesrîn Akgul e. Di demên berê de Ocalan bersiva nameya Akgul dabû û hezkirinên xwe ji Akgul û rêhevalên wê re şandibû. Ocalan wiha gotibû: “Hêvîdarim pêvajoya çareseriyê di hêla beden de jî me nêzî hev bike.”

Pêla berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe mezintir dibe. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa gelek girtiyên di greva birçîbûnê de asta krîtîk derbas kiriye. Di serdemeke wiha de li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek parve kir û destnîşan kir ku ji 30’ê nîsanê ve dê 15 hevalên wan dest bi rojiya mirinê bikin.

Yek ji van girtiyên ku dê bikevin rojiya mirinê jî Nesrîn Akgul e. Akgul li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin û ev 11 sal in girtî ye. Akgul di 2008’an de li Wanê di serdegirtina buroya rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) di 2016’an de hate girtin, hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 18 sal ceza li Akgul hatibû birîn. Akgul ji 15’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) jî di raporeke xwe de bal kişandibû ser rewşa Akgul.

Akgul di serdema ‘pêvajoya çareseriyê’ de dema li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê dihat girtin, ji Ocalan re nameyek nivîsandibû û Ocalan jî bi nameyekê bersiva Akgul dabû.

Nameya Ocalan

Nameya Ocalan a ku ji bo Akgul nivîsandî wiha bû:

“Nesrîn Akgun a hêja. Herî dawî min peyama we ya li ser du wêneyên ku li qada we hatibû kişandin û 5 kes tê de bûn, wergirt. Ji ber ku min nekarî bersiva we hemûyan bidim, hêvî dikim ku hevalên jin min mazûr bibînin.

Nameyê hemû rêhevalan bi taybet jî rêhevalên jin ên di girtîgehan de, ji bo min gelek biwate ne û diviyabû min bersiva ku wan pir dixwest, bida. Lê min ev yek 15 sal berê ceriband. Piştî min dît ku bi ser neketim, min dest jê berda. Hêvî dikim ku ji ber vê yekê hemû rêheval min mazûr bibînin. Heke pirsa ragihandina nameyan a qada derve bikin, bila li qusirê mêze nekin. Min nameyên we yên takekesî bi baldarî xwendin heta ku ez jê re hesret mam e. Weke gelek rêhevalên din ên jin, bi hinek mijaran de bi giştî bersivê bidim. A yekemîn têkildarî metefora jiyana 24 saetan a bi min re bû. Min her tim bersivên we yên vê yekê watedar dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku hûn rast nêz bûne. Hûn çiqas tê de kûrbûne wê nizanim… Min gotibû ku ji bo kurdan evîn ne mimkûne. Divê pêvajoya heyî de ez dikarim wiha bersiva vê bidim; evîna kurdan û dostên wan ên ku ketine nava hewldan û çalakiya zanebûna azadiyê, tenê dikare kolektîf an jî weke we jî aniye ziman, platonîk be. Heta ji bo kesekî di temenê min de jî, ez pir bi îhtiyad im ku evîn dikare taybet bibe yan jî bibe yekkesî û dikim nakim nikarim bersiveke erênî bidim. Hêvîdarim pêvajoya çareseriyê di hêla beden de jî me nêzî hev bike.”

Ji bo rêxistina we ya giştî (Bi taybet jinên KCK’î) min pêşniyara lêhûrbûna li ser etîk û estetîkê kiribû. Bi taybet jî vê peyama me ya xweser a ji bo civaka me ya dîrokî, hûn dikarin bi hemû rêhevalan re parve bikin. Ez bi hezkirinên mezin we hembêz dikim û silavên xwe dişînim.

Abdullah Ocalan Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê.”

Der barê nameya Ocalan de Nesrîn Akgul jî keyfxweşiya xwe anîbû ziman. Akgul diyar kiribû ku têkoşîna Ocalan a afirandina jina azad, hêza afirandina jinê û serbilindiya jinê her tim zîndî girt. Akgul gotibû ku ji ber nameya Ocalan a ji qada wan re, hemû jin gelek keyfxweş in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar