PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PYD: Dewleta tirk ji bo hemû cîhanê xetere ye

PYD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk bi çêkirina dîwarê li Efrînê re dixwaze Efrînê tev li axa xwe bike. PYD’ê wiha domand: “Dewleta tirk ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê xetereyeke mezin e. Divê hemû kesên azadîxwaz û demokratîkxwaz ji dagirkeriya dewleta tirk re bibêjin êdî bes e.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî çêkirina dîwarê ku dewleta tirk  li Efrînê çê dike û xetereyên dagirkeriyê yê li ser Rojhilata Navîn, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de PYD’ê diyar kir ku dewleta tirk li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê pirsgirêka herî mezin e. PYD’ê ragihand ku dewleta tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn xetereyeke mezin e.

PYD’ê destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa gelê Sûrîyeyê ya li dijî dîktatorî û despotîzmê heta niha, dewleta tirk bi rêya biçekkirin û perwerdekirina muxalefeta derve û rêxistinên terorîst, xwest ku pêşketinên ku rû didin arasteyî berjewendiyên xwe bike. PYD’ê daxuyand ku dewleta tirk rêxistinên herî terorî ava kirin û wiha domand: “Mîna Osmaniyan, ji bo qirkirina hemû etnîkan artêşa Înkîşarî ava kir.”

‘Nûnerê komên terorîst’

Di berdewamê de jî PYD’ê da zanîn ku dewleta tirk li pêşiya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê jî asteng e û ev agahî parve kirin: “Bi têkçûna terora DAIŞ’ê ku dewleta tirk ava kiribû, dewleta tirk neçar ma ku bi xwe destwerdanê bike. Di vê çarçoveyê de piştî lihevkirina bi çend dewletan re û teknîka NATO’yê, êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Hemû komên terorîst jî li herêmên dagirkirî û li Idlibê bi cih kirin. Bû garantora komên terorîst û wan di doza Sûriyeyê de weke şantaj bikartîne. Li dijî kesên dixwazin aloziya Sûriyeyê çareser bikin jî carna penaberan û carna jî komên terorîst weke gef bikartîne.”

Bang kir

Daxuyaniya Meclisa Giştî ya PYD’ê wiha bi dawî bû: “Di vê dawiyê de jî ji bo ku Efrînê tev li axa xwe bike, dîwaran ava dike. Bi vê yekê re hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Vê bêqanûniyê jî li ber çavê rejîma Sûriyeyê û cîhanê dike. Me her tim xetereya zîhniyeta dewleta tirk anî ziman. Dixwazin xeyalên xwe yên Mîsaqî Millî pêk bînin. Em teqez dikin ku dewleta tirk a bi serkêşiya Erdogan ku bi piştgiriya rêxistinên cîhadî yên îslamî digire û wan bikartîne, li ser tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê xetereyeke mezin e. Em bang li hemû cîhanê û aliyên pêwendîdar ên bi aştiyê cîhanê radibin dikin ku sînorekî ji dewleta tirk re deynin. Em teqez dikin ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe dikare li dijî vê dagirkeriyê bisekine û Efrîn û hemû bakurê Sûriyeyê ji kirêtiya dagirkeriya tirk rizgar bike. Çawa ku DAIŞ têk birin, dikare dagirkeriya dewleta tirk jî têk bibe. Lewre em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz  dikin ku sekneke wêrek nîşan bidin û ji Erbeda Tirkî re bibêjin êdî bes e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar