Balafirên şer ên artêşa tirk gundên Bermalê û Bergare yên Amêdiyê bombebaran kirin. Hat gotin ku balafirên şer mizgeftek hedef girtine û kuştî û birîndar hene
Piştî saetên nîvro balafirên şer ên artêşa tirk gundên Bermalê û Bergare yên navçeya Amêdiyê ya Duhokê bomberan kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê di êrîşan de mizgeftek hatiye hedefgirtin û mizgeft bi tememî hatiye rûxandin. Li gorî agahiyan di mizgefta ku hatî hedefgirtin de kuştî û birîndar çêbûne. Lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Hêjayê gotinê ye ev êrîşên dewleta tirk di demek de pêk tên ku ji duh bi şev Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawuşoglu li Hewlêrê ye û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê rêze civînan li dardixe.