Di hilbijartinên 31’ê adarê de AKP darbeyek ewqas giran xwar ku hêj jî bi ser hişê xwe ve nehatiye. Di nav kurdan de dibejin ‘tu dibê qey derziya diya xwe windakirine’ digerin nagerin nabînin. Dijmirin najmirin çênabe. Bi vir ve didin nabe, di wir de didin nabe.
Di dîroka tirkan de hilbijartinên herî bi nîqaş û herî enteresan bû. Mehek li ser hilbijartinan derbas bûye lê hejî hilbijartin bi dawî nebûye. Ji ber ku AKP û MHP têkçûyîna xwe qebûl nakin. Bi pêşengiya berxwedana gelê kurd li Tirkiyeyê darbe li faşîzma AKP û MHP’ê hat xistin. Wiha xuyaye ku wê hilbijartinên Stenbolê jinûve çêbikin. Hemû daxuyanî û rêveçûnên siyasî dûbarekirina hilbijartinê dide xuyakirin. Nizanin wê çi bikin. Wek miya gêj li derdora xwe digerin. Wê çi bike çawa bike û wê bi kî re bimeşe? Wê kîjan tifaqan çêbike? Ev hemû li Tirkiyeyê mijarên nîqaş û qulisan e.
Piştê hilbijartinê daxuyaniyên tên dayîn û di hîn nîqaşan de mirov fam dike ku hem di nav dewletê de, hem jî di nav AKP’ê de parçebûyînek mezin çêbûye. Dewlet heya 2012’yan, dewleta cemaeta Fethûllah Gulen bû û desthilat ew bûn û Tirkiyeyê bi rêve dibirin. Lê bi AKP’ê re, bi taybet bi Erdogan re, wek tifaqê dimeşandin. Di nav dewletê de nîqaş, nakokî û lihevketîn derket. Ev nîqaş nakokî û lihevketîn, bi darbeya 15’ê tîrmehê cemaeta Fethûllah Gulen ji nav dewletê hat tasfîyekirin. AKP û Erdogan bi hîn hêzên din ên di nav dewletê de tifaqan çêkir û heta roja me hat.
Dewleta ku Erdogan wek yekmirov derxist pêş, polîtîkayên li derve û hundir li ser van esasan meşandin. Tifaqên xwe li gor vî rewşî çêkirin. Hemû polîtîkayên xwe yên li hundir û derve li ser tunekirin û rûxandina Tevgera Azadiya Gelê Kurd meşandin. Dewlet biryar da, Erdogan û Bahçelî jî bi rêve birin. Bûn rêveberên polîtîkayên dewleta kûr. Lê hilbijartinên 31’ê adarê ev yek bi dawî kir û hêzên dewleta kûr bi hev ketin. Hev sûcdar û tawanbar dikin. Îhtîmaleke mezin wê di navbera hêzên dewletê de dê lihevketinek çêbe. Ev lihevketin, dê çawa be, ne diyar e.
Dîsa ev hilbijartin di nav AKP’ê de nîqaş û nakokiyan kûrtir kir û derxist pêşiya raya giştî. Nakokî û nîqaşên di nav AKP’ê de, nîqaş û nakokiyên dewletê ne. Abdullah Gul û Ahmet Davûtoglu ku ev demeke bi dizî û bi şermok AKP û Erdogan rexne dikirin, ev car bi dengek bilind û mezin rexneyan li Erdogan kirin. Ev jî dide xuyakirin ku wê di demên pêş de AKP parçe parçe bibe.
Behsa hîn tifaqên cuda cuda tên kirin. Tifaqa Tirkiyeyê pêşî ji aliyê Dogu Perînçek ve hat gotin. Paşê jî Erdogan behsa Tifaqa Tirkiyeyê kir. Bahçelî got tifaqa Tirkiyeyê nîne Tifaqa Cumhur heye. Erdogan jî got ku Tifaqa Tirkiye û Cumhur wekhev e, tu cudahiya wan nîne. Dixwazin bi tifaqa Tirkiyeyê hebûna xwe dirêj bikin û hilbijartinên Stenbolê ji bo vê yekê wek şantajêk bikar tînin.
Li aliyê din ve Amerîka got ku divê Tirkiye cihê xwe diyar bike, li cem Rûsyayê ye, yan li cem NATO’yê ye. Piştî hilbijartinê zavayê Erdogan bazda Amerîkayê û wek gerok û xizmetkarên li pêş Trump sekinî. Qesra Spî jî vî wêneyî bi zanabûn belav kir. Erdogan jî di resepsiyona 23’yê nîsanê de daxuyakirin ku wî ji Trump randevu xwestiye û li benda hevdîtinê ne. Amerîka jî her roj li hember Tirkiyeyê zimanê xwe tundtir dike. Rûsya jî daxuyakirin ku Tirkiye peywira xwe ya li Idlibê pêk nayne. Aborî ser û bin, rizandina siyasî û civakî çûye erș û ezman.
Li hember vê têkçûyînê gelê kurd û tevgera azadiya gelê kurd berxwedan xwe bi rê û rêbazên cuda û di astek cuda de li hember faşîzmê dimeşîne. Berxwedêrên zindanan bi daxuyaniyekê berxwedana xwe gihandin asteke jor. 15 girtiyên azadiyê dest bi rojiya mirinê kir. Faşîzm dilerize û wê têk biçe. Xwe bi kîjan alî ve didin bila bidin bi kê re tifaq çêkin bila çêkin ev hevîr êdî nan çênake. Hevsengiyên berê têkçûn û wê hevsengiyên nû werin avakirin. Erdogan jî di nav tu hevsengiyan de cih nagire. Ji ber ku tu kes qiymetê nade û îflas kiriye.