Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Hemû kes vexwendin qadên 1’ê Gulanê

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê, her kesî vexwand Qada Bazarê ya Bakirkoyê û got: “Li dijî qedexeyan û bêedaletiyê, em her kesî vedixwînin têkoşînê.”

Wê li Stenbolê îsal 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê her kesî vexwend qada 1’ê Gulanê.

Serokê Desteya Rêvebir a TMMOB’ê Emîn Koramaz ku di nav Komîteya Amadelar de cih digire, anî ziman ku ew ê li her derê Tirkiyeyê dakevin qadan û got: “Wekî her carê em ê vê carê jî 1’ê Gulanê wekî roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê pîroz bikin.”

Karker dê biherikin Bakirkoyê

Koramaz diyar kir ku ew ê ji sê milan ve ber bi Qada Bazarê ya Bakirkoyê ve bimeşin û wiha got: “Em TMMOB û KESK em ê di heman milî de bimeşin. Dê DÎSK û TTB jî ji milekî ve û wê partiyên siyasî jî milekî ve bimeşin.” Koramaz, her kesî vexwand qada 1’ê Gulanê û got: “Tiştên pêk tên ne qeder in. Em hemû kesên ji welat hez dikin vedixwînin 1’ê Gulanê.”

Îsal jî Taksîm qedexe kirin

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû destnîşan kir ku îsal jî Taksîm ji bo karkeran hatiye qedexekirin û wiha got: “Lê belê ji bo me Qada 1’ê Gulanê Qada Taksîmê ye.” Çerkezoglû, diyar kir ku ew ê îsal jî li Qada Bazarê ya Bakirkoyê 1’ê Gulanê pîroz bikin û got: “Krîzeke aborî ya cidî heye ku betalî, xizanî, bihabûn û xespkirina destkeftiyên çîna karkeran zêde kiriye. Polîtîkateke ku dest davê tazmînata kidemî heye. Em ê li dijî van pêkanînan li Bakirkoyê bin. Em hemû karker, kedkar, jin û ciwanan ji bo edaletê, ji bo azadî û aştiyê vedixwînin.”

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysûn Gezen jî ew ê li dijî polîtîkayên xizaniyê zêde dikin û ewlehiya kar ji holê radikin dakevin qadan û wiha got: “Ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin em ê dakevin qadan. Em her kesî jî vedixwînin qadên 1’ê Gulanê.”

Ji bo tenduristiyê dadikevin qadan

Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman jî wiha got: “Nêzî 16 sal in di qada tenduristiyê de aloziyeke mezin heye. Em bi salan e li dijî vê têdikoşin. Ev yek tenê ne li ser xebatkarên tenduristiyê, di warê gel de jî bûye cihê tarvmayan. Her wiha bi KHK’yan peywira hevalên me yên bijîşk hat desteserkirin. Em ê ji bo tenduristiyê dakevin qadan û em her kesî jî vedixwînin qadan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar