Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Baş e ku şanoya bajêr a Amedê heye!

Piştî qayûman jî bêrawestan xebatên Şanoya Bajêr a Amedê domiya. Heta vî karî wisa pirole kirin ku di ser de mihrîcana şanoyê jî berdewam kirin. Gelek lîstik dîsa lîstin û di ser de çûn tûrneyan jî

Li bakurê Kurdistanê karên gelek mînak hene ku ev kar ji bo siberoja gelê kurd nimûneyên sereke ne. Vê gavê em di atmosfereke wisa de ne ku tu kes ji me nizanin ka gelo çi dijîn û çi hîs dikin. Têra xwe serê me û bi vê ve girêdayî jî kirinên me tevlihev in…

Lê hin sazî hene ku divê em ji nav vê nirxandina giştî derînin. Yanî serê wan qet ne tevlihev in û baş dizanin bê çi dikin. Şanoya Bajêr a Amedê yek ji van saziyan e ku karên gelek serketî dikin. Di rojên berê de jî têra xwe karên gelek serketî kirin û taybet di warê şanoya kurdî de bê nîqaş gihîşt asteke gelek payebilind. Ne tenê xwe her wiha bi xwe re gelek kom û saziyên din jî pêş xist an jî bandoreke gelek erênî li wan kirin.

Di vir de divê kevanek were vekirin. Ev jî, di salên berê de dihat gotin ku Şanoya Bajêr a Amedê ji ber derfetên şaredariyan ew qas dikare karên xwe baş bike. Lê van salên dawî têrbaş nîşan da ku ev yek ne wisa ye. Bêguman bandora derfetên şaredariyan mirov nikare jinedîtinê ve were. Lê ma qey li tu deverên din şaredarî tune bûn gelo? Çima tenê Şanoya Bajêr a Amedê dikarî xwe li ser lingan bigire?

Piştî qayûman jî bêrawestan xebatên Şanoya Bajêr a Amedê domiya. Heta vî karî wisa pirole kirin ku di ser de mihrîcana şanoyê jî berdewam kirin. Gelek lîstik dîsa lîstin û di ser de çûn tûrneyan jî. Ez di wê baweriyê de me ku bi van xebat û hewldanên xwe hêzeke mezin dan gelek komên din yên şanoyan.

Bi tena serê xwe hêjayî nîqaşê ye ku mirov li ser vê sekin û helwesta Şanoya Bajêr a Amedê raweste. Ez bawer im him wek sazî û dezge û him jî yek bi yek wek mirovên kurd û hunerhez gelek mînak hene ku em ji wan bigrin. Di van salên dawî yên ne xweş de em her yek têra xwe belav bûn û ketin nav derûniyeke xerab. Gelek xeyal şikestin û nêvî man, lê yê Şanoya Bajêr a Amedê ne wisa bû. Ew di wê riya xwe ya ku baş dizanîbûn û jê bawer bûn, dîsa bûn siwarê hespa rewan.

Mînaka herî berbiçav jî 7’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ye ku vêga hê jî didome. Ez nizanim çend lîstik beşdarî vê festîvalê bûn lê festîval têra xwe dewlemend û bi coşeke mezin berdewam e. Vê gavê festîval di salona ÇandAmedê de tê lidarxistin. Hema hema ji bo hemû lîstikan eleqeyeke gelek mezin tê nîşandan. Lê hîn demeke gelek berê xebatên festîvalê hatine kirin. Ev festîval ne karê şaredariyê ye, ev festîval encama ked û israra bêhempa ya Şanoya Bajêr a Amedê ye. Ka bifikirin, hîn duh şaredariyên gel dîsa ketin dest gel lê ji niha de kar tê meşandin jî. Ev karê nimûne nîşan dide ku divê di her şert û mercî de em karibin amade bin. Di hemû waran de formula serkeftinê amadebûn e. Ji bo siberojê hûn jî amade ne gelo? Bi hêviya karên xweş û geştir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar