Gerîlayên HPG’ê li navçeya Licê ya Amedê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku roja 25’ê nîsanê li ser rêya Amed û Çewlikê hêzên wan li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîne û ev tişt ragihand: “Çalakî li nêzî gundê Kilêberê ya navçeya Licê bi rengê sabotajê hate kirin û di encamê de xisareke mezin li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra bû. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi piştgiriya balafirên keşfê hatin cihê çalakiyê û bi ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar birin Licê. Di vê çalakiya serketî de tu zirar li hêzên me nebû. Ji aliyê din ve balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê, 30’ê nîsanê saet 10:30’î Tepê Heqarî yê Metîna, duh êvarê saet 20:30’î qada Çiravê ya Garê hatin bombekirin. Bomberdûmanê zirar negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN