Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Trump ji bo DAIŞ’iyên girtî bertek nîşanî Ewropayê da

Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî çeteyên DAIŞ’ê yên di destê HSD’ê de peyamek parve kir. Trump bertek nîşanî helwesta dewletên Ewropî da û got; ‘Tevî ku ev yek ji bo başiya wan e jî, di vê mijarê de qet nabin alîkar û welatiyên xwe red dikin.’

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê dîl girtin. Çeteyên DAIŞ’ê ku niha li girtîgehê bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên girtin, yek ji mijarên girîng ên herêmê ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek carana bang li dewletên cîhanê kir ku welatiyên xwe bibin an jî ji bo dadgehkirina wan, dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Lê bangên rayedarên rêveberiya xweser bi awayekî erênî nehatin bersivandin. Têkildarî mijarê, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir. Trump, bertek nîşanî welatên Ewropayê yên welatiyên xwe yên DAIŞ’î red dikin, da.

Peyama Trump a tekildarî mijarê wiha ye: “Di şerê dawî yê ji bo ku em xîlafetiya li Sûriyeyê ji sedî sed tune bikin de, 1800 DAIŞ’iyên hatin girtin, hene. Niha, em ji bo van mehkûmên bi talûke biryaran digirin. Lê welatên Ewropa, li gel ku ev ji bo başiyan wan tê kirin jî, di vê mijarê de qet nabin alîkar û welatiyên xwe yên mehkûm red dikin. Ev ne başe!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar