Artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran gundê Semûqe û derdora bendava Şehbayê topbaran kir. Topbarana li ser herêmê didome
Êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk û çeteyên wê ev du rojin kantona Şehbayê û navçeyên Efrînê topbaran dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Semûqe û derdora bendava Şehbayê ku girêdayî kantona Şehbayê ne, bi çekên giran û topan, topbaran dikin. Der barê ziyanên madî û canî de heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.
Topbarana li ser herêmê heta vê saetê jî berdewam dike. ŞEHBA