Li Lîbyayê şerê navxeyî ji sala 2011`an ve heta niha dewam dike. Gelê Lîbyayê li dijî desthilatdariya Muammer El-Qedafî ya ku nêzî 42 salan dewam kir, serî hilda. Xwestekên gel demokrasî, wekhevî û azadî bûn. Lê ew xwepêşandanên aştiyane, dewrî şerekî çekdarî yê ji bo desthilatdariyê bûn. El-Qadafî çek bi kar anîn û hêzên muxalefetê jî bi heman şêweyî, bi şidetê bersiv da. Piştî destwerdana NATO´yê ya eskerî, hêzên El-Qedafî derbeke xwar û El-Qedafî bi xwe li ser destê çekdaran bi şêweyekî hovane hat kuştin. Lê şerê di navbera alîgirên wî û çekdarên muxalefetê de dewam kir.
Di encamê vê yekê de, welat ket nav kaoseke mezin. Bi sedan komên çekdar ava bûn. Komên li ser bingehên herêmî, cîhadî û eşîrî. Şer li hemû aliyên welat belav bû. Dewleta Lîbyayê ket tehlûkeya ku ji hev bikeve. Jixwe, hebûna bi sedan komên çekdar û hêza cîhadiyan, civaka navneteweyî neçar kir ku des werde û ji bo avakirin û bihêzkirina hikûmeteke yekgirtî bikeve nava hewledanan.
Ji bo Lîbyayê, kongreyên lihevhatinê hatin lidarxsitin. Hikûmeta ku desthilatdariyê li Trablusê dike, ya bi serkêşiya Faiyz Serac ji aliyê civaka navneteweyî ve wek “nûnerê gelê Lîbyayê” hate naskirin. Di navbera vê hikûmetê û hêza din a desthilatdar li Bengaziyê de, ya ku serkêşiya wê ya eskerî Xelîfa Hefter dike, gelek hewledanên lihevhatinê hatin kirin.
Serac û Hefter çend caran hev dîtin û li Ebû Dabiyê peymana avakirina hikûmeteke yekgirtî îmze kir, lê ev hewledan neçû serî. Serac xwe sipart Qeter û Tirkiyeyê û diyar kir ku ew ê hêza Hefter nas neke û rê nede destwerdana eskerî ya artêşa Lîbyayê. Bi vê yekê re rewş tevlîhev bû.
Artêşa Lîbyayê ya li jêr desthilatdariya Hefterê ku yek ji efserên Qedafî bû û sala 1987´an veqetiya û li DYE´yê mafê penaberiyê wergirt, dest bi êrîşên xwe yên li dijî komên çekdar yên derveyî qanûnê kir. Artêşa Lîbyayê gelek bajar û heremên rojhilatê welat ji hebûna çekdarên cîhadî rizgar kir. Vê yekê hişt ku welatên Rojava û Ereb destekê bidin Hefter û hêza wî wek nûnerê gelê Lîbyayê nas bikin.
Hefter li dijî hevkarê Tirkiye û Qetarê radibe
Hefter piştî serketinên eskerî li rojhilatê welat, hikûmeta Serac ya li Trablusê hişyar kir. Serac jî hemû bangên diyalog û hevdîtinê piştguh kirin û têkilyên xwe yên diplomasî û eskerî bi Qeter û Tirkiyê re dewam kirin. Van her 2 welatan jî bi hemû hêza xwe alîkarî ji bo Trablusê şand. Di vê dema dawî de gelek gemiyên bi çekan barkirî ji Tirkiye û Qeterê ji bo alîkariya hikûmeta Serac gihîştin Trablusê.
Di 4´ê meha Nîsanê de hêzên artêşa Lîbyayê dest bi hemleya xwe ya li dijî hêzên hikûmeta Serac kir. Hefter ji bo vê êrişê destek ji Misr, Erebistana Siûdî û Abû Dabiyê wergirtiye. Her weha serokê DYE´yê Donald Trump jî bi rêya telefonê bi wî re axifî û desteka DYE´yê ya ji bo hêza wî, diyar kir.
Niha hêzên artêşa Lîbyayê nêzî paytext Trablusê bûne. Dor li Trablusê hatiye girtin. Di encama şerê heta niha de nêzî 400 kuştî û 1700 birîndar hene. Li gorî hin çavkaniya armanca Hefter ne derbasbûna Trablusê û şerê kolanan bi hêza Serac re ye, lê ew hewl dide Serac neçarî diyaloga bi armanca lihevkirinê yan jî derketina ji bajêr bike. General Hefter dixwaze kartên xwe li hemberî Serac beriya kongreya navneteweyî ji bo çareserkirina rewşa li Lîbyayê, ku niha Neteweyên Yekbûyî (NY) amedekariya wê dike, zêde û xurt bike.
Li gorî agahiyên dawî şer dijwar dibe û hikûmeta Serac doza berxwedanê li alîgerên xwe dike. Artêşa Lîbyayê ya li jêr serkêşiya Hefter di daxuyaniyekê de diyar kir, ku wan gelek çek û alav desteser kirine û di nav wan de rokêtên Sam 7 jî hene. Li gorî artêşê ev rokêt ji aliyê Tirkiyeyê û Qeterê ve ji bo çekdarên Serac hatine şandin. Lê hikûmeta Serac ev yek red kir û diyar kir ku belafirên şer yên „hin welatan“ di şerê li dijî wan de beşdar in. Li gorî hin agahiyan, mebest belafirên şer yên artêşa Misrê ne, ku ji bo alîkariya artêşa Hefter ketine nava dewrê.
Tevî cîhadiyan wê kaos jî tine bibe
Qeter û Tirkiyeyê ji bo alîkariya hêzên Îslamî di nava liv û tevgerê de ne. Ew alîkariya hikûmeta Trablusê û çekdarên derdora wê dikin. Beriya çend rojan serokê dewleta Tirk, Tayip Erdogan bi rêya telefonê têkilî bi Serac re danî û soza alîkariyê da û li dijî êrişa Hefter sekinî û ew wek „ komploya li dijî gelê Lîbiyayê“ bi nav kir. Erdogan destê xwe dirêjî nava kar û barê Lîbiyayê dike. Ew alîgerên hêzên cîhadîst û rêxsitina birayên mislman e.
Erdogan şerê li Lîbyayê ji bo xwe bi kar tîne. Ew dixwaze vîna Misr, Saûdî Arabistan û Ebû Dabiyê bişikîne. Her weha ditirse ku hevalbendên wê ji Trablusê bêtin qewirandin û gotina dewleta Tirk li Lîbyayê nemîne.
Hêzên Hefter derdora Trablusê pêçane. Di demên pêş de divê Serac destê xwe bilind bike û doza diyalogê bike. Li Lîbyayê jî, mîna Sûdanê hevalbendên dewleta Tirk têk diçin. Bi rêya têkbirina komên cîhadî kaos dê bi dawî bibe. Dewleta Tirk nema dikare sûdê ji cîhadî û dîktatoran wergire û destketiyên siyasî û aborî li ser hesabên gelên bindest bi dest bixe.
Çavkanî: Tariq Hemo/ Yenî Ozgur Polîtîka