Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di tenduristiya civakê de rola dermanan

Modernîteya kapîtalîst di warê tenduristiyê de li gorî pêdiviyên xwe ferseteke nû ava kiriye. Ev feraset li ser tune-hesibandina kelepora tenduristiyê ya civakî roj bi roj xwe xurtir dike. Ji ber vê yekê ji rastiya civakê dûr e û her diçe zêdetir têkiliyên komînal sist dike. Gava di civakê de têkilî sist dibin jihevbûn û têkilhevî dest pê dikin. Mêjiyê civakê şêlû dibe û qudûmên wê dişikê. Hewcedarî û pêwistiyên civakê ew bi xwe diyar dike. Ji bo armanc û hedefên xwe pêk bîne ewil daxwaz û pêdiviyên derewîn çêdike û piştre jî van dibersivîne. Kî nexweş e kî baş e bes ew dikare biryarê bide.

Li gorî modernîteya kapîtalîst civak nezan e, hemû azmûn û zanînên wê xelet in, kêrnehatî ne û civak çiqas ji wan dûr keve qaşo wê ewqasî baştir û zexmtir bibe. A xwe ya herî rast û kêrhatî dide nîşandayîn, di dewsa çand û kelepora civakî de dide rûniştandin û li ser civakê ferz dike. Zanatî û jîrîtiya di destê civakê de jê distîne û civakê neçar û belengaz dihêle. Her ku diçe bi alav û navgînên xwe yên danasîn û propagandayê xwe wekî parêzvan dide nîşandan. Di nava civakê de baweriya têraxwekirinê ewqas kêm bûye êdî heya bijîşkek nebêje tu baş î kes xwe baş nabîne. Kesên ku dikevin stresê, kesên ku moralên wan xera dibin û hwd. ji heqê xwe dernakevin û ji bo derketinê jî xwe naêşînin bes dixwazin xwe bavêjin bextê derûnbijîşkan. Ev yek jî rê li ber her cure mudaxaleyên desthilatdaran vedike.

Feraseta modernîteya kapîtalîst wekî makineyekê nêzîkî bedena mirovan dibe. Bedenê wekî nesne/tişt digire dest û her cure mafê mudaxalekirinê di xwe de dibîne. Ev însanê ku vediguheze makîneyê, kontrola li ser bedena xwe winda dike û ji her cure arasteyên desthilatdaran re vekirî dimîne. Êdî beden ji bo vê pergalê dibe cih û warê xweafirandin û xwemezinkirinê.  Feraseta nû ya berovajîkirî behreya mirovan a jiheqêxwederketinê lawaz dike û ji ber vê mirov neçar dimîne û xwe dispêre sazî û dezgehên pergala kapîtalîst. Dikeve rewşeke wisa ku ji ber çanda xwe ya kevneşopî êdî ji xwe şerm dike û xwe radestî kesên din dike.

Di her civakê de çandeke xweser a çareserkirina nexweşî û nerihetiyan heye. Ev çand bi domana demê re bi kedeke mezin -bi taybetî jî keda jinê- di encama gelek azmûnan de dilop bi dilop dapaliye û heya îro hatiye. Di nav vê çandê de sepan û kiryarên cûr bi cûr hene. Berê her civakê birînên xwe li gorî çanda xwe dipêça û ji heqê êş û nexweşiyên xwe derdiket. Bi pêşketina beşa kîmyayê di sala 1899’an de bi aspîrinê serdemeke nû dest pê kir û gelek cure derman hatin çêkirin. Di demeke kurt de hejmara dermanan pir zêde bû û bazareke nû derkete holê.

Li hemû welatên cîhanê bikaranîna dermanên tibbî pir zêde bûne. Li welatên ku xizan in û hejmara bijîşkan kêm in jî pir zêde derman tên bikaranîn. Modernîteya kapîtalîst ji bo dermanên xwe bifiroşe feraseteke wisa di mêjiyê mirovan de ava kiriye êdî ji bo hemû civakan derman bûye tiştekî jêneveger. Civak/mirov li hemberî êş û nexweşiyan pêwistî nabîne ku li ber xwe bide. Tekane çareseriyê di bikaranîna dermên de dibîne. Gelek nexweş bes ji bo nivîsandina dermanan diçin ser bijîşk. Di gelek nexweşiyên sivik de jî dixwaze dermanan bi kar bîne. Civak bê derman nikare xwe ragire. Lê belê hejmara dermanên kêrhatî pir kêm in. Li gorî hinek zanyarên xwedî azmûn du şeş derman wê têrî ji sedî 98 pêdiviyên civakê bike.

Fîrmayên dermanan îro di nav hemû fîrmayan de yek ji yên herî dewlemend in. Gava meriv firehiya vê bazarê dinêre baştir tê fêmkirin ku kapîtalîzm çima dixwaze feraseteke tenduristiyê ya nû biafirîne. Ji bo kapîtalîzmê ya esas dewlemendbûne. Bi her cure rê û rêbazan dike ku rastiya civakê ya xwezayî serobino bike û bazara xwe mezintir bike. Bes ne ji bo nexweşiyan di heman demê de ji bo kesên saxlem jî dermanan wekî tiştekî bivênevê pênase dike. Di reklaman de taybet jî dermanên vîtamînan ji bo mezinbûna zarokan wekî pêdiviyekê tê nîşandayîn. Ev fîrma ji bo dermanên xwe bifiroşin zêdetir li ser bijîşkan disekinin. Bi reklam û promosyonan dixwazin wan îkna bikin ku dermanên xwe bidin nivîsandin. Hinek fîrma derbarê dermanan de gotarên zanistî jî bi bijîşkan didin nivîsandin.

Wekî encam; her çiqas ji bo tedawiya hîn nexweşiyan derman pêwîst be jî gelek nexweşî bê derman yan jî bi rêbazên xwezayî derbas dibin. Bo nimûne nexweşîna zekemê xwebixwe derbas dibe gelek caran hewce nake derman bê girtin lê tu kes bawer nake wê bê derman baş bibe. Mixabin ji ber ku civak yekane çareseriyê di dermanan de dibîne, wan bêserûber bi kar tîne. Ev yek jî pirî caran pirsgirêkên heyî zêdetir dike. Divê civak wekî çareseriya dawiya dawîn dermanên tibbî binêre û xwe radestî wan meke. Beriya bikaranîna wan dikare rêbazên xwezayî biceribîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar