Polîsên AKP’ê êrîşî çalakiya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Gebzeyê kir û 4 kesan binçav kirin
Çalakiya malbatên girtiyan a ji piştevaniyê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Kocaeliyê ji 9’ê nîsanê ve didome. Malbatan wek her roj xwestin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin û piştevaniyê bidin girtiyan. Polîsên AKP’ê malbat asteng kirin û êrîşî malbatan kir. Polîsan di êrîşê de 4 kes bi derbkirinê binçav kir. Polîsên AKP’ê kesên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Gebzeyê.
Parêzerên piştevanî dan malbatan jî di kêliya mudaxeleyê de hatin derbkirin. Li aliyê din wêne û dîmenên rojnameger û parêzeran kişandin ji aliyê polîsan ve hatin paqij kirin. STENBOL