PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Wanê di sê mehan de hezar û 35 binpêkirin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê bi daxuyaniyekê bîlançoya binpêkirinên 3 mehên dawî de bi raya giştî re parve kir. Li gorî daxuyaniyê, di 3 mehên dawî de hezar û 35 binpêkirin pêk hatin. Her wiha ÎHD’ê got ku di van 3 mehan de 223 kes hatin binçavkirin û 59 kes jî hatin girtin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê binpêkirinên di 3 mehên dawî de bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Rapora ÎHD’ê ji hêla serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melet ve hat xwendin. Melet destnîşan kir ku li dewleta tirk rêgezên dewleta hiqûqê nakevin meriyetê.

Mûrat Melet destnîşan kir ku hikûmeta li Tirkiyeyê her tiştî li gorî xwe diyar dike û wiha domand: “Azadiya gotin, raman û îfadeyê di bin gefan de ye. Bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger û karker ji ber polîtikayên hikûmetê yên kedxwariyê hatin binçavkirin û girtin. Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Girtî rastî muameleya xerab û lêpirsîna disiplîne tên. Tên tecrîdkirin û mafê wan ê ragihandin û agahdarkirinê ji destê wan tê qutkirin.”

Binpêkirinên li girtîgehan

Di berdewamê de jî Melet daxuyand ku xizmên girtiyan û girtiyan serî li komeleya wan daye û wiha pê de çû: “Di van serlêdanan de bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan. Girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Herî zêde jî mafê tenduristiyê tê binpêkirin.”

Grevên birçîbûnê

Melet piştre anî ziman ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav nehatine avêtin û wiha pê de çû: “Ji bo rakirina tecrîdê li gelek girtîgehan gelek girtî ketine greva birçîbûnê. Koma yekemîn di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtiyên siyasî ketin grevê. Li girtîgeha Wanê jî zêdetirî 300 girtiyên siyasî di grevê de ne. Ji ber ku hikûmet bêdeng, çalakî her ku diçe dijwartir dibe.”

Bîlançoya 3 mehan

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “YSK’ê namzetiya kesên ku piştî OHAL’ê bi KHK’ê hatin îxrackirin, red kir. Ev yek binpêkirina maf e. YSK’ê mafê bijartin û hilbijartinê binpê kiriye. Divê ev rewş bi dawî bibe. Di 3 mehan de hezar û 35 binpêkirin pêk hatin. Her wiha 10 penaber hatin kuştin. Jineka ku rastî destdirêjiyê hat, hate kuştin. 5 kes rastî îşkence û karê xerab hatin. 11 kes di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin. Di 3 mehan de 223 kes hatin binçavkirin û 59 kes hatin girtin. Polîsan 210 caran bi ser malan de girt.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar