Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ne tenê ji ber axaftinê ji ber hişyarkirinê jî hatiye girtin

Hevjînê Besra Erol ku ji ber axaftina merasîma cenazeyê kurê xwe hat girtin Mehmet Zekî Erol diyar kir ku hevjîna wî ne tenê ji ber axaftina merasîma cenazeyê kurê wan di heman demê de ji ber hişyarkirina kurekî xwe jî hatiye girtin

Dadgeha tirk roja duşemê ji ber axaftina merasîma cenazeyê kurê xwe Evrîm Denîz Erol ku di Komkujiya Pirsûsê de şehîd bûbû, heft sal û nîv cezayê girtîgehê li dayika Besra Erol (60) birî û kir Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Bi rêya telefonê me xwe gihand hevjînê dayika Besra Mehmet Zekî Erol û têkildarî mijarê pê re axivîn. Li gorî agahiyên ku me ji Apê Mehmet Zekî wergirt, ji ber sekna wan a siyasî, malbat bi salan e li Mûşê dibe hedefa dewleta tirk û her tim bi operasyonên binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimîne.

Di encama operasyonên binçavkirin û girtinê yên li hemberî malbatê de kurên Apê Mehmet Zekî yên bi navê Aram Erol, Mesût Erol û Fûat Erol jî hatine girtin. Aram di sala 2010’an de tê girtin û piştî 7 salên ku radizê di sala 2017’an de tê berdan. Fûat û Mesût jî hê girtîne. Fûat di sala 2016’an de û Mesût jî di sala 2018’an de hatiye girtin. Her wiha birayê wan Mehmet Erol jî ji ber zext û zordariya li hemberî malbatê xwe beriya deh salan terka av û axa ku li serê hatiye dinyayê dike û berê xwe dide welatên Ewropayê.

‘Besra xanim dawiya te hat’

Apê Mehmet Zekî qala girtina hevjîna xwe kir û destnîşan kir ku hevjîna wî ne tenê ji ber axaftina merasîma cenazeyê kurê wan hatiye girtin û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2011’an de li Wanê dadgeha Fûat hebû. Fûat di rûniştina vê dadgehê de çend dûrişme avêtin. Dema ku Fûat dûrişmeyan avêt, leşkeran êrîşî wî kir. Besra jî ji bo astengkirina êrîşa leşkeran xwe avêt ser Fûat û ev hîşyarî lê kir; ‘Kurê min hêşe dengê xwe neke, wê te bibin bikujin.’ Ji ber vê hişyariya li Fûat jî doz li Besrayê vekirin û ceza lê birîn.”

Di berdewama axaftina xwe de Apê Mehmet Zekî bal kişand ser kêliya girtina hevjîna xwe û wiha pê de çû: “Dema Besra girtin polisek jê re got, ‘Besra xanim dawiya te hat’. Besra jî ev bersiv da polis; ‘Serê min bilind e. Min tu sûc nekiriye. We hem kurê min kuşt hem jî hûn van tiştan li min dikin. Ez heqê xwe hewaleyî Xwedê dikim’. Apê Mehmet Zekî da zanîn ku keçeke wî ker, lal û felcî ye û got ku bi girtina hevjîna xwe re ew û keça xwe tev şerpeze bûne.

Peyv li hemberî zilmê bê wate ne

Apê Mehmet Zekî destnîşan kir ku ji bo zilma dewletê ya li hemberî malbata xwe êdî nizanin ku çê bibêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Peyv li hemberî vê zilmê êdî bê wate ne. Zilmeke mezin li ser me heye. Em baş zanin ku dewlet bi vê zilma xwe tolê ji me hil dide. Lê divê baş zanibe ku me teva biqelînin jî em ê ji xeta xwe dernekevin, qet tawîz nedin û rêya xwe bişopînin. Ew bi xwe jî bi vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê bi ser me de tên. Em ê qet çavên xwe ji wan nerevînin. Dema di ser me de tên, ew çavên xwe ji ser me direvînin.

Li aliyê din hêjayî bi bîr xistinê ye ku kurê dayika Besra Erol, Fûat Erol ji 1’ê adarê ve bi koma duyemîn a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê, li Girtîgeha Hejmar Çar a Şakranê di grevê de ye. Evrîm Denîz Erol (19) di 20’ê tîrmeha 2015’an de, li Navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê de, bi 32 hevalên xwe yên ku dixwestin pêlîstok ji zarokên Kobanê re bibin re şehîd bû.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar