Ji 8 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê yên li Êlihê hatibûn binçavkirin û ji wan 6 ciwan hatin girtin
Ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê, li Xaçerêya Basin a Bûlvara Ataturkê ya Êlihê, 28’ê nîsanê çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ hatin lidarxistin. Polîsên tirk bi îdiaya ku di dema çalakiyê de rê li trafîkê girtine nîvê şevê avêtin ser malan û 8 HDP’î binçav kiribûn.
8 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Êlihê bi daxwaza girtinê derxistin pêşberî dadgehê. 6 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navê kesên hatin girtin wiha ne; Bejnû Mîntaş, Handan Kûrnaz, Dijvar Yuce, Bariş Dalmiş, Rengîn Can û Eda Mîrzaoglû. ÊLIH