Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Berxwedana Leyla Guven kete roja 177’emîn

Grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, berdewam in. Di vê çarçoveyê de berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 177’an û ya Nasir Yagiz jî di roja 164’an de berdewam e. Di heman demê de çalakiya rojiya mirinê ku 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de dabû destpêkirin jî 4 roj li pey xwe hişt

Berxewedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kir, di roja 177’an de bi israr berdewam dike.

Bi heman boneyê endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê 164 rojin li ber xwe dide. Li derveyî welat jî berxwedana 14 çalakvanên li Strasbourg a Fransayê û çalakiya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 138’an de didome. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekemîn a li girtîgehan ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest pê kir, 139 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de bi hezaran girtî jî ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Parlamenter li ber xwe didin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, di heman demê de parlamenterên HDP’ê jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de parlamenter Dersîm Dag ji 3’yê adarê ve, parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne. Li bakurê Kurdistanê di heman demê de çalakiya welatiyên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin û çalakiya xwe li mala xwe didomînin jî berdewam e. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 117’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 108’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 119’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 50’emîn de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 117’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 66’an de didome.

Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.

Çalakiya rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîdê di 30’ê nîsanê de 15 girtiyan dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Li gorî daxuyaniya Denîz Kaya, navên kesên ku dest bi rojiya mirinê kirin wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar