Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji serkeftinê heya xiyanetê; Serhildana Koçgirî (6)

 

Bi derbasbûna çend salan re êdî bêdengyiek li herêma Koçgirî çebibû. Eşîretên Kurd û serkêşên serhildanê tevî wê bêdengiyê li bêliv û lebat nebûn. Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî nekarin xwe bigehînin Amed û Palo ku hevkariya Şêx Seîdê pîranî bikin, lê bi berpirsên komela Tealî û Terqî a Kurdistanê re di nava têkeliyan de bûn. Li Dêrsim û herêmên din mijûlî kar û xebatê bûn ku bihatina derfetekê re dîsa doza xwe bidomînin. Generalên Tirk bi rêya xayîn û Kurdfiroşan tim li pey şopa rêberên Kurd digerin. Ew dixwazin bi kuştina hinek himwilatiyên xwe re bibine xwediyê nanekê.(1) Di rêzên berê yên vê nivîsê de min li ser awayê kuştina Elîşêr û Zerîfe xanimê nivîsîbû, lê li vir bila hinek çewtiyên dîrokî jî bêne bîra me. Xiyanet weke mîratekê tim sedema sereke û bingehîn a tekçûna hemû serhildanên doza Kurdistanê bûye. Carna kesên herî nêzî rêberên Kurd ji piştve xencera bi jehr li hemberî wan weşandine. Bêguman di wan salên dijwar de Elîşêr vala negotiye:

 

“Ovacığın aşireti / Zapteyledi memleketi

Geriden imdat gelmedi / Hozat çekmedi gayreti

İkrar verenler elmaya / Zülfikarı murtezaya

Geriden teller çektiler / Biz uymayız eşkiyaya…“

 

Li vir ew behsa hevkariyê dike ku êdî ji wan re neçûye û bêpişt mane û pêre jî xiyaneta navxweyî ku ji hêla kesên herî nêz ve bû sedema kuştina wî û gelek kesên din yên bi bandor di nava bizava siyasî a Koçgirî de.

Civînek û sondên ji bîrkirî!

Di pêvajoya serhildana Koçgirî de kombûnek li Ocaxa Hûsen Evdal hate çêkirin ku pir girîng û dîrokî bû. Ew civîn li ser esasê daxwazên mafên neteweyî li cihekî pir pîroz yê kurdên elewî hatibû çêkirin. Biqasî ku Mekke û Medîne ji misilmanên cihana îslamê re girîng in, ew ocax jî li ba elewî ya xwedî wateyeke wiha ye. Di wê civînê de wan dane diyarkirin ku ewê bi hêza çek û di qada şerên giran de wan daxwazên xwe bi dest bixin. Giregir û birêveberên hereketê ji bo tespîtkirina stratejiyeke diyar û domdirêj tevî Kurdên Koçgirî li herêma Kangalê ew civîn organîze kirin. Roj û dem hatin diyarkirin û di destpêka sala 1920’an li Ocaxa Hûsen Evdal civîneke mezin lidarxistin. Wê rojê di dawiya civînê de hemû rabûn ser piyan û sond xwarin ku wê heya dilopa xwîna xwe ya dawîn ji bo “Serxwebûna Kurdistanê û mafên xwe yên netewî ” têbikuşin. Xiyanetê li hev nekin û bi can û mal wê hevkariya hev bikin. Ev jî wê bibûya bingeha destpêkirina serhildana welatekî azad û serbixwe yê binavê Kurdistanê. Pêwîste bê gotin ku ocaxa navborî di nava hemû Elewiyên herêma Koçgirî de cihekî pir pîroz tê hesibandin. Pêkanîna kombûna  li wir xwedî wate û peyamên olî-siyasî ên pir cuda ji civînên berê bû. Sedema wê jî ewe ku soz û biryara di wî mekanê pîroz de tê dayîn, ne poşmanî pêre heye û ne jî kesên sondxwarî ji gotina xwe tên xwarê an jî xiyanetê li hevalên xwe dikin. Hêzeke wiha mezin a menewî ji wê civînê belavî nava civakê bû. Xelkê bi hemû hêza xwe piştgîrî didan wan û di wê baweriyê de bûn ew qet û qet di xweşî û nexweşiyan de gel di destê dijmin de nehêlin. Ew civîn bû sedem ku dijminahiya di navbera çend eşîretan de jî hinek sist an jî hema cihê xwe bide dostanî û hevalbendiyê. Ew tedbîra herî aqilane bû ku beriya destpêkirina serhildanê pêwîst bû ew nakokî û dubendî ji holê rabibin. Serekên wan eşîretan di dawiya civînê de hev û din hembêz kiribûn û bi hêzeke hevgirtî soza hevkariyê ji bo daxwazên netewî û bicihanîna wan dabûn hevûdu. Civîn bi wan meramên dîrokî li wî mekanê pîroz hatibû lidarxistin. Destpêk û bingeha wê serhildanê li pey wê civînê xwedî biryara xwe ya yekê û a sereke bû: “Me biryara serxwebûna Kurdistanê daye û heya serkeftinê jî wê xala pêşên a stratejiya me ev rastî be“. Ji hêla din jî ew civîn bi saetan wextê xwe dide wê mijarê ka:“ çawa ji dewletên biyanî daxwaza hevkariyê bistînin…“. Nîqaşên germ û dirêj li ser vê mijarê hebûn û di dawiyê de biryareke wiha didin:“ Em li dijî vê pêşniyarê û li gor eşîretan hevkariya hêzên biyanî yê kermaet û şerefa Kurdan kêm bike, pişta yê bi dahata gelê herêmê be û carê hevkarî ji derve nayê standin…“

Di civîna li Ocaxa Husên Evdal de biryara dawiyê avakirina hikûmeteke demkî a herêmî ye ku bikarîbe kar û xebata li herêmê di bind desthilatdariya xwe de îdare bike. Li pey wê civînê komîteya birêveber a serhildanê di bin serkêşiya Elîşêr de li dora hev kom dibin û bi rêya Cemîyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê daxwazên Kurdan digehînin rayedarên dewleta Tirkiyê. Ji hêlekê amadekariyên ji bo komkirina pêwîstiyên aborî û ji hêla din jî xebatên ji bo tekûzkirina leşkerê serhildanê jî berfirehtir dibin. Her kesê ku xwe berpirsê kom an jî eşîretekê dizanî destûr dabû mirovên xwe ku di karekî wiha de hevkariyê bidine şoreşa xwe. Wiha bû ku cepxaneya ji bo destpêka serhildanê hêdî-hêdî amade dibû.

Hêrişa yekê a leşkerî ji hêla Kurdan ve di havîna sala 1920‘an de li Zarayê pêk tê û serokhêzê Kurdan Misto di demeke kin de dest datîne ser qereqola Culfa Elî. Artêşa Tirk ji bo tevgera xwe a leşkerî bi dizî cepxanê dişande herêmê. Ew êdî bi wê rastiyê hesiyabûn ku agirê şerekî giran li gelek herêmên Kurdistanê yê dijî wan hilbibe. Roja 25‘ê Tîrmeha sala 1920’an Paşo Begê serok eşîreta Şadilan jî piştî ku ji Dêrsimê vedigere herêma Koçgirî, rêya cendirma dibire û dest datîne ser kerwanê cepxaneyeke mezin ya artêşê ku li dijî serhildana Kurdan komî serhev kiribûn. Ev du çalakî weke ku rojeke nû li ber Kurdên herêmê hilatibe. Hêvî û heyecaneke mezin dabû xelkê. Ji wir û şûnde êdî desteyên şervanên Kurd bi eşkerahî dadiketin nava gund û bajaran, carna jî nedihiştin kes here leşkeriya dewletê û bacê bide wan. Herwiha di rûberekî berfireh yê erdnigariya herêmê de hêriş dibirin ser qereqol û qirargehên leşkerû, pêre çekên leşkerên Tirk ji wan distandin û rêvebiriya herêmê dixistin bin kontrola xwe.

Tedbîrên dewleta tirk a dagirker

Li ser vê çêbûna van rûdanên han meclîsa Tirkiyê dicive û ji Elezîzê komên şîretkirinê dişîne Dêrsimê. Li pey hatina wan koman jî eşîretên Kurd yên Dêrsimê jî gotina xwe dikine yek û ji meclîsa Tirkiyê û berdevkên wan dixwezin ku ew jî li gor bend û biryarên peymana Sevrê tevî Kurdan kar bikin û mafên wan ên siyasî-çandî binasin. Ew bi zelalî ji nunerên dewleta Tirkiyê re wiha dibêjin:“ Ger ew daxwazên me nepejirînin yê hingî hêzên Kurdan hêrişî ser qirargeh û bînayên dewletê li Sîwasê bikin, ji wir jî yê ber bi Enqerê û parlimentoya Tirkiyê bêxîn bin kontrola xwe…

Armanca serhildêran wiha ye: Pêşîyê dixwazin Xozatê bidestbixin ku navenda Dêrsimê ye. Paşê yê tevî eşîretên Çemîşgezek û Koçgirî bajon ser Sîwasê. Piştî ku Sîwasê bidestxistin wê bajon ser Enqerê û daxwazên xwe bidin qebulkirin. Li gor vê pilanê piştî ku serhildan destpêkir wê Kurdên din jî piştgirya Koçgiriyê bikin. Bi vî awayî wê dewleta Kurdistanê a serbixwe bê damezirandin. Ji bo vê yekê jî li Kemahê, Diwrîxê, Refahiye, Hafîk, Qoçhîsar û Quruçayê dikevin tevgerê û dest bi çalakiyan dikin.

Wê demê hikûmeta Sultan ya İstenbolê behsa otonomiya Kurdistanê dikir. Lê ew piştî teslîmbûnê bêhêz bibûn û hukmê wan nemabû. Ger ku Koçgirî biserkeve wê Kurdên din jî serhildin û yê nikaribin pêşî lê bigrin.

Li hemberî stratejiya serhildana Kurdistanê stratejiya Kemalîstan jî ew bû ku Kurdistanê di destê xwe de bihêlin. Ji bo vê siyaseta xwe argumentên olî derdixistin pêş û behsa yekîtiya Kurd û Tirkan û biratiya misilmaniya dînê İslamê dikirin. Herwiha digotin dema ku Anadol ji dagîrkerên Yunanî paqijbikin yê hikûmeteke hevbeş ya Kurd û Tirkan damezrînin. Ji bo ku Kurdan bikşînin cem xwe jî tirsa rêxistina Ermeniyan a bi navê Daşnakê bi bîra Kurdan û şovenîstên Tirk tînin.

Bi vê daxwaz û biryara serhildêrên Kurd re êdî dewlet dikeve nava lepe-lepê. Kemalîst ditirsin û ji gelek deverên welat leşkerê xwe dişînin herêma Koçgirî. Tabûreke cendirmeyan li nêzî Karacawîran dikeve ber kemîna hêzên şervanên Kurd û tev teslîm dibin. Êdî zivsatane û dawiya rojên sala 1920‘an derbas dibin û sala 1921‘an liv û lebata du aliyên Kurd û Tirk bi hemû germahiya xwe berdewame. Meha herî sar a salê ye û roja 18‘ê wê mehê de kar û çalakiyên leşkerî ji Sîwasê ber bi Zarayê ve birê dikeve. Alaya Şeşem a artêşê a siware di bin serokatiya Mîralay Halîs Begê de ber bi Zara ve diçin. Ew ji xeynî hêza heyî di meşa xwe li ser Koçgirî bi darê zorê ji nûciwanên 15 salî heyanî zilamên têrtemen bi xwe re dibin ku şerê şervanên Kurd bikin. Ew alaya Tirk li Umraniyê bicih dibe û bi çar çavan li benda derbasbûna rojên zivistanê disekinin. Di heman demî de ji tirsa Kurdan dest bi karê şidetê li dijî xelkê sivîl dikin. Dixwazin hinek kesan bi darê zorê bikine mirovên xwe ku di warê êstixbaratê de hevkariya wan bikin. Lê êdî aliyê Kurd jî roja 25‘ê Çileya sala 1921‘an li gel hêzeke mezin a di bin serokatiya Rifat û Nûrî de hêrişî Alaya Umraniyê dikin û hêzên Tirk piştî şerekî giran dişkînin. Di wî şerî de mîralay Halîs Beg tê kuştin. Efser, leşker û berpirsên din yên artêşa Tirk teslîm dibin. Êdî Umraniye jî dikeve nava herêmên azadkirî yên serhildêrên Kurd. Ev serkeftin dibe mijara xeber û nûçeyên wê demê yên Tirkiyê jî. Organa fêrmî a komela Kurd „ Roja Nû“ jî weke xeberekî girîng wê serkeftinê belav dike.

Di 8‘ê Adarê de Elîşan Beg û Serekê Eşîra Koçan Bira Birahîm hêrişî Kemahê dikin û qaymeqam û fermandarên Tirk tevî leşkeran bi dîlî digrin. Di heman rojê de qaymeqam û leşkerên Kuruçayê jî bi dîlî dikevin destê hêzên Kurd.

Serokên siyasî û leşkerî yên kurd

Li gor zaniyarîyên Dr. Nûrî Dêrsimî ji xeynî serokên siyasî ên serhildanê desteyê şervanên Kurd ji van kesan pêkhatibû:

Elîşan Beg, Mehmûd Beg, Husênê Beko, Alî Mahmûd Begê, Munzûrê Qasim , Atêş Beg, Eliyê Filîk, Seyîd Ebas, Heyder Beg, Xelîlê Eczacî, Ezamet Beg, Nûriyê Qeremanê, Tahir Beg, Zeynel Beg, İzzet Beg, Zalim Çavîş, Takî Beg, Rifatê Kor û Yuzbaşî Sadik Beg. Vana di karê leşkeriyê de hem kesên zîrek û wêrek, him jî her yek xwedî sedan şervanên siwar û mêrxas bû ku herêm baş dinasîn û bi hezeke mezin li pey cî bicîkirina armacên xwe yên azadiyê bûn. Ew tev di nava gelê herêmê de xwedî hêz û rêzdariyeke mezin bûn. Serfermandarê leşkerî yê hêzên serhildanê jî Yuzbaşî Sadiq Beg bû. Hejmara şerwanên Kurd bi giştî zêdetirî 6 hezar kesan bû.

Êdî rûdan wiha li pey hev dihatin û seranserî herêma Koçgirî bibû qada serhildanê. Li Zara, Divriği, Kangal, İmranlî, Suşehri, Refahiye, Gürün û Dersimê şoreşgerên Kurd ala Kurdistanê a ku Cemîyeta Tealî û Terqî a Kurdistanê dabû diyarkrin daleqandibûn. Rûber û firehiya axa ku serhildan têde germ û şerekî giran berdewam bû bi qasî 20.000 kîlometroyên çargoşe bû. Hevgirtina heyî hingî bihêz bû, armancên serhildanê mezin û di çavê Kurdên herêmê de pir pîroz bûn.

Îlankirina rewşa awarte

Di destpêka serhildanê de hêza Kurdan ji her alî ve serdestiya xwe ya leşkerî û siyasî dabû xûyanîkirin.  Ji hêla din jî aliyê Kurdan yê manewî ji ber felsefeya Elewetiyê bihêz bû. Tirkan nekarîn bi rêbazên xapankariyê ku di bin maska komên lihevhatinê dişandin Kurdistanê, Kurda razî bikin û şer çênebe. Parlimena Tirkiyê di 1‘ê Adara sala 1921‘an de li herêma Koçgirî û hemû deverên ku di bin desthilatdariya serhildêrên Kurd de bûn rewşa awarte an jî sikiyönetîmê îlan dike. Li ser vê têkçûna tevgera artêşê, berpirsên meclîsa Tirkiye dîsa komek nû a şîretkirinê di bin serokatiya „ Dadgeha Bilind a dewletê“ de dişînin cem serok eşîretên herêma Koçgirî. Serokê wê komê Şefîq Begê Kurde û ji bajarê Bilîsê(Bitlîsê) ye. Şefîq Beg hingî ji berpirsên Kurd re wiha gotibû:” Yê M. Kemal piştî şerê Yûnaniyan mafê Kurdan bide wan û dewleteke me ya hevapr yê li vê erdnigariyê hebe….”, lê piştre demeke zêde jî derbas nebû ku wî bixwe jî fam kir ku Kemalîst tenê ji bo bidestxistina derfetan ew şandine Koçgiriyê û ji berê de karê wan li ser bingehê xapankariyê ava bûye. Kes nizane salên piştre Şefîq Begê Kurd bîranînên xwe nivîsîn an ne!

Ev hewldanên Kemalîst û siyasetmedarên şovenîst bi temamî jî bêbersîv nediman û wan bi zemînesaziyên ji berê de hin serokên Kurdan bi pere û malên dinê dikşandin cem xwe. Piştî ku di 23‘ê Nîsana sala 1920‘an de wan meclisa xwe vekirin, ji Dersimê jî kesên wek Dîyab Axa( 1852-1932 ), Meço Axa( ?-?), Hesen Xeyrî( ?-? ) û Mistefa Beg( ?-? ) tevlî vê meclîsê kirin. Herwiha Kemal ji deverên din yên Kurdistanê jî ji xwe re hinek hevkarên din peyda kiribûn ku di rojên giran de li dijî netewa wan bikar bîne.

Rejîma nû bi merema ku karîbe leşkerekî nû û xwedî hêz kombike û bişîne ser Koçgirî dest bi rêbazên xapandinê dike. Ew rêbaz ji Osmaniyên kalkên wan weke mîratekê ji wan re jî mabû. Ji bo ku gelê Koçgirî bixapînin û pêre jî karîbin leşkerên şervaniyê kombikin ji der û dorê dîsa komên şîretkirinê dişandin cem serok eşîretên Kurd. Kemalîstan dixwestin berî ku serhildan li Dêrsimê jî belavbibe, tedbîrên xwe digirtin. Armanc ew bû ku hinek Kurdan bêdeng bikin ku karîbin leşkerê xwe yê şerkirinê bicivînin ser hev û bişînin ser herêmê. Di dema rûdana serhildanê de leşkerên Tirk li Rojavayê Anadolê li dijî artêşa Yûnan ketibû pozîsyona hêrişê ku li wira jî rolê şervanên Kurd rolekî sereke bû. Di eniya Yûnan de şerê yekem yê binavê İnönü diqewimî. Di vê eniyê de ku qedera siyasî ya Tirkiyê pêve girêdayî mabû gelek ji leşkerên artêşa Tirk Kurd bûn. Mefrezeyên Tirk li Kurdistanê li pey wan kesan digeriyan ku ji leşkeriyê reviyabûn. Her roj bi dehan xortên Kurd bi awayê destgirêdayî dişandin eniya şer û gelek kesên ku nediçûn jî dihatin girtin û kuştin.

Encamên dubendiyê hêdî-hêdî rê li ber xiyanetê jî vedikir. Di vê navberê roja 14‘ê Adarê de Parlmentoya Tirkiyê li herêmê biryara tevgereke mezin dide. Hêzên Kemalîst ji bo fetisandin û vemirandina serhildana Koçgirî ji eniya Yûnan leşker vekişandin û hêzên îhtîyadî û çeteyên derdorê li dijî Kurdan kirin yek û erkên wan dane diyarkirin.

Di wê demê de fermandarê giştî yê artêşa Tirk Sakallı Nûredîn Paşa û fermandarê mîlîsan jî Topal Osmanê Laz bû ku xwedî hemû însyatifeke mezin bûn û dikariyan li dijî serhildêrên Kurd her karekî bikin.

Meclîsê bi hinceta serkûtkirina serhildanê: alaya Baybûrtê ya 11‘mîn, leşkerê 14‘mîn yê siwarî, alaya Netewî a Gîresûnê, leşkerê 53‘mîn, lîwaya 13‘mîn a siwarî, hêza Erzinganê, cendirmeyên navçê û bi hezaran caş û milîsên herêmê û cih û warên dûrdest bi îmkanên mezin şandin ser Koçgiriyê. Piştî ku hêzên mezin yên artêşa Tirk digehin herêmê li dijî sivîlan jî dest bi tevgera leşkerî dikin.

 

Şerên dijwar û dawiya serhildanê

Di meha Adar û Nîsanê de di nav herdu aliyan de şerên xedar dest pêkirin. Artêşa Tirk li Koçgirî çi bi ber biketa bi destarê makîna xwe ya şer dihêrand û diherifand. Hêza Kurdên Koçgirî têr nekir ku li dijî artêşa Tirk û bitaybetî jî cehşên hevkarên wan liberxwe bide. Şervan û serokeşîret ketibûn xema parastina sivîlan û bihêsanî nedikarîn hemû hêrişên xwe cî bi cî bikin. Eşîretên Dêrsimê jî ji ber ku befir neheliyabû û rê girtîbûn, nikarîbûn xwe bigehînin hewara Koçgirî ku roj bi roj dorpêça wê tengtir dikirin. Beşek ji wan eşîretan jî li pey dîtina hovîtiyên artêşa Tirk refa xwe guherandin û xwe ji serhildêrên Kurd dûr kirin.

Bi vî awayî serhildana Koçgirî digeha dawiya temenê xwe û di encamê de bi sedan gundên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin. Bi hezaran ji rûniştvanên wan gundan hatibûn kuştin. Herêm bi hemû heyiyên xwe ve ji aliyê çeteyên Topal Osman ve jî hatibû talankirin. Agir û xwîn dîmenê dawiyê yê rûpelên rojnameyên Tirkiyê ên wê hênê bû. Xeberên ku bizanebûn tije derew û bûxatên kêmbihîstî jî têrî xwe hebûn.

Di encama wan leşkerkêşiyên bêrawestan da hinek serokên serhildanê di şer de tên kuştin, hinek ji wan bi bêbextî tên teslîmkirin û hin jî bi daxwaza xwe an jî ji rûyê neçariyê xwe teslîm dikin. Serokên ku tên girtin di dadgehên leşkerî de têne mehkemekirin. Cezayê îdamê ji bo 90 kesî dibirin. Lê Eşîrên Dêrsimê telgrafan dişînin Enqerê û dibêjin ger ew Kurdan îdam bikin, wê Dêrsimî jî serhildin. Li ser vê yekê Kemalîst dev ji îdama wan şoreşgeran berdidin. Heyder Beg li Sîwasê bi zorê didin rûniştandin. Elîşan jî diçe teslîm dibe. Paşê wan sirgûnî İstebolê dikin. Di sala 1931an de ew dizivirin welatê xwe. Rejima Kemalîst li Koçgirî li dij wan sûîqestekî çêdike. Alîşan tê kuştin, Heyder Beg jî bi birîndarî xelas dibe.

Zulma ku Sakallî Nûredîn Paşa û Topal Osman li herêmê bi her awayî didin meşandin wisa hovane bû ku heta di parlimena Tirkiyê de jî dibe sedema nerazîbûna hinek nunerên bi esila xwe Kurd. Reng û rûyê wê zulma mezin hê jî di rûpelên rojnameyên wê serdemê de arşîvkirî ne. Mistefa Kemal mecbûr dimîne ku kiryarên hovane yên S. Nûredîn Paşa biparêze. Fermandarê Koçgirî Nûredin Paşa( 1873-1932 ), ku di qetlîema Ermeniyan de jî xwedî rol bû wiha digot:” Li Tirkiyê yên digotin“ zo“ me ew îmha kirin, niha jî ezê yên ku dibêjin“ lo“ jî ji holê rakim.”

Nûredîn Paşa ji ber ku li dijî Mistefa Kemal hinek dijbere, piştre ji aliyê wî ve tê kuştin. Topal Osmanê Laz jî ku weke xûlamekî hemû destûrên Mistefa Kemal anîbûn cih, piştî demekê ji aliyê wî ve di komployekî de tê bikaranîn û paşê jî tê kuştin. Piştî ku serhildana Koçgirî têkçû, êdî şervan û serokên ku ji ber kêra fermanên Tirka filitîbûn berê xwe dane çiyayên Dêrsimê.

Rojên giran li ber şoreşgerên Kurd bûn û dîsa li pey derfetekê digeriyan ku agirê serhildaneke nû li wira an jî li herêmeke din ya welatê xwe hildin. Bi yekemîn serhildana Kurdistanî li herêma Koçgirî agirê xebateke nû li hemû Kurdistanê jî belavbibû. Piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran a 1925‘an, vê carê di sala 1926‘an de li Dêrsim û li Agirî serhildan teqiyabûn. Bi îdama Şêx Ebdulqadirê Gîlanî re Komela Tealî û Tereqî ya Kurdistanê li Istembolê hinek bêbandor mabû. Li Amedê jî xiyaneta li dijî Şêx Seîdê Pîran bibû sedem ku bêdengiyeke demkî li hemû Kurdistanê bê holê. Agirê kîn û nifretê weke volkanekê di dilê şoreşgerên Kurd de pengivîbû. Êdî dema serhildanên nû hatibû ku Xoybûnê jî hay jê hebû.

 

Xapandkarî, dirûtî û xiyaneta Murad Axa!

Mistefa Kemal ji bo bêhêzkirina tevgera netewî a Kurdan, ji mêj ve bû ku di nav gelek hewldanan de bû. Di civînên Erzirom û Sîwasê de dixwest vê yekê pêk bîne. Berevajî îdaayên xwe ku li wir behsa biratiya Kurdan û mafên wan dike, lê di têlgrafên bi dizî de yên ku ji fermandarên artêşa xwe a li Kurdistanê re dişîne jî berevajiya vê yekê dike. Ew weke roviyên deştê xapandkar û ji fermandaran dixwaze ku bi hûrbînî serokên Kurdan bişopînin û ger pêdivî bibînin hinek ji wan bikujin.

Bi merema pêşgîrtina serhildana Koçgiriyê ew hinek kesên xwe dişîne herêmê û dixwaze sê kesên xwedî bandor di nava gel de: Alîşan, Heyder Beg û Dr. Nûrî Dêrsimî jî wek nunerên meclisê tayîn bike. Lê ew daxwaza wî napejirînin, lê hinek kes jî têne xapandin û ji Rojavayê Dêrsimê ji eşîretên Xozatê ku bi salan li dijî Osmaniyan şerkirine, Dîyab û Meço Axa diçin Enqerê û nunertiya mecilisa Mistefa Kemal qebûl dikin. Li ser vê yekê Kurdên herêmê dibine du par û serê xelkê dişêwitînin.

Di wê rewşê de ew bi dizî S. Nûredîn Paşa dişîne herêmê ku mirovekî xwînxare. Nûredîn Paşa çeteyên Lazan yên di bin serokatiya Topal Osman jî tîne herêmê. Ew jî xwînxwarekî naskirî û talankerekî xedare. Di qirkirina Rûmên Pontosê û Ermeniyan de xwedî rolekî negatîv bûye. Her du fermandarên Osmanî ji mêjde bû ku bi bêwijdaniya xwe dihatin naskirin. Bi vî awayî ew tên herêmê û şerekî berbelav dest pêdike. Kurd dora wan dipêçin û Topal Osman birîndar dibe. Artêşa Erzinganê tê hewara wan û wan ji kuştinê xelas dike. Piştî vê yekê ew berê şûra xwe a kuştinê didin sivîlan û bi şewitandina gundan re dest bi qetlîamê jî dikin. Li ser zulma wan a bêdawî hinek eşîretên nêzî navenda Sîwasê derbasî nava refên hêza Tirkan dibin. Serokê wan Murad Axa ye. Ev mirov gelek serok eşîrên ku doza xwesparî û teslîmiyetê qebûl nakin jî bi davikên ji ber de danayî digire û teslîmî Tirkan dike. Ev Murad Axa di sala 1926‘an de ji alî şervanên Dersimî ve tê kuştin. Xiyanetkarek ku hêja kiryarên wî yên qirêj û gemar nehatine naskirin. Şerê Koçgirî yê ku di destpêka adara sala 1920‘an de dest pêkiribû heya dawiya meha Hezîranê a sala 1921‘an berdewam kir.

Serokê Eşîra Giniyan Murad Paşa di dema serhildanê de xiyanet kir û di wê rewşê de bû sebeb ku gelek kesê din jî berevajî daxwaza xwe ber bi hêza dewletê ve biçin. Ew ji salên berê de bi awayê nehênî ji dewletê re xebitî bû. Hêza ku divêyabû ji Dersimê bihata jî nehat. Di dawiya Nîsanê de Heyder Beg tevî 25.000 sivîlan ji ser Pulûmurê dixwaze derbasî Dêrsimê bibe, lê li ser rêya wan serokê eşîra Qureyşî Kor Paşo Axa rêya wan dibire û nahêlê ew derbasî Dêrsimê bibin. Heyder Beg ji bo nekeve şerekî navxweyî ji neçarî dizivire û piştî demekî din teslîm dibe.

Dêrsim û şervanên Koçgirî

Piştî ku hêza Tirkan bi giranî tê ser eşîreta Heyder Beg, ew paşkêşiyê dikin û dixwazin ji ser Pulumurê herin Dêrsimê. Lê eşîrên deverê yên wek Qureyşan, Balaban û Baluşaxî ku di bin tesîra Generalê Tirk Kazim Karabekir de ne li dijî hatina wan disekinin. Ev jî nîşan dide ku hingî jî sewya agahedariya Kurdan a siyasî-civakî nizim bûye. Li ser vê yekê Heyder Beg naxwaze xwîna Kurdan birêje û dizivire Koçgirî.

Piştî çend şerên din dest bi hevdîtinan dikin û dawiyê Heyder Beg teslîm dibe. Eşîrên din jî teslîm bûne. Alîşan û Elîşêr jî derbasî Dêrsimê bûne. Beşek ji şervanên Heyder Beg dişînin sirgûnê û yên din jî didin mehkemeya leşkerî.

Elîşêrê zana û rewşenbîr di dema serhildanê de ji herêma Dêrsimê komên şervanan komkiribûn û tevlî serhildanê bibû. Hejmara şervanên wî di navbera 500 heya 2000 kesan de diguhurî. Wî di serhildana Koçgirî de tevî hêzên xwe bajarên Koçgirî yên wek Refahiye, İmraniye û Kemahê azad kirin û li herêmê digeriya. Bi têkçûna serhildana Koçgirî re careke din berê xwe da çiyayên Dêrsimê.

Piştî ku li herêmê rewşa leşkerî hat îlankirin, S. Nûredîn Paşa wek fermandarê herêmê terora dewletê dimeşand. Zavayê wî Alpdoğan jî 15 sal piştî wî li Dêrsimê heman hovîtî berdewam kir.

Serhildan ji aliyê 40 hezar leşkerên dewletê û hezaran Kurdên ku xiyanet pejirandibûn, tê şikandin. Agirê ku li wêderê vemiriyabû û hêdî hêdî ronahiya xwe dida Amed, Agirî û Dêrsimê. Li pey têkçûna serhildanê 500 kes derxistin pêşberî mehkemeya leşkerî. 600 kes jî şandin sirgûnê. Bi hezaran kesên pîr, jin, ciwan û zarok ber bi çiya û herêm asê ve direvin ku gelek ji wana ji ber birçîbûn û cihgûherandinê jiyana xwe ji dest didin. Bi sedan kes jî di dema şerê dawiyê de hatibûn kuştin. Bi ser hevde nêzî 140 gundan têne şewitandin û talankirina mal û lawirên xelkê jî bibû karê çeteyên nava artêşa li herêmê.

Encam û dawî

Li vira sê xalên sereke hene ku ji 1920‘an heya roja îro ji rêber û serhildanên doza Kurdistanê re nebûne dersên baş.

  1. Hevgirtin û yekîtî di navbera hêza serok eşîretên Kurd de xwedî temenekî kurt û sedemeke bingehîn a têkçûna serhildanane. Têkçûna serhildana Koçigirî jî ji vira destpê dike.
  2. Xiyaneta bêdawî weke mîrateyekî kambax û wêranker hêjî ji nava bizava siyasî ya Kurd nehatiye tunekirin. Ji Koçgirî heya roja îro ew xiyanet hêja jî bi heman karaktera xwe ya kirêt li çar parên Kurdistanê berdewame.
  3. Dersên ku ji destpêk û têkçûna serhildana Koçgirî bêne girtin, gelekin lê dersa herî mezin û dîrokî ewe ku heya hevgirtina partiyên siyasî çênebe, ne yekîtiya netewî ava dibe û ne jî xiyanet bi dawî dibe.

(1). Gotineke pêşiyan a Amerîkayî ye ku wiha dibêje:“ Someboies dead anothers berad- Mirina hineka dibe nanek ji bo hineka…“

Têbînî û cavkanî:

  • Kürdistan Tarihinde Dersim, Dr. Nuri Desimi. Cara pêşîn li sala 1952an bi Tirkî û li Helebê hatiye belav kirin.
  • Hevpeyvîn: Hayder Işik, Mehmet Bayrak û Evîn Çîçek
  • Mêjûy Kurdistan, Dr. Kemal Mezher
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar