Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandin

Piştî Brîtanya û gelek bajaran, bajarê Konstanz ê Almanyayê jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand

Tevî Parlamenta Brîtanya Mezin ku hikum da; pirsgirêka avhewayê êdî gihîştiye asteke metirsîdar, meclîsên bajarên London, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancouverê biryar dan û ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandin.

Bajarekî Almanyayê jî tevlî nava van bajaran bû. Bajarê Konstanzê ku li peravê gola Bodensee ya li başûrrojavayê Almanyayê ye, bi koma xwendekaran a bi navê ‘Fridays for Future’ (În a ji bo paşerojê) kir û ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand.

Şaredarê Konstanzê Uli Burchardt ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDU) ye. Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di çarçoveya karekî ku meha sibatê dest pê kir de, ji bo ragihandina rewşa lezgîn a ji bo avhewayê, pêşnûmeyek hate amadekirin. Berdevkê şaredariyê diyar kir, biryarên ji niha û pê ve li bajêr bên dayin wê li gorî bandora wan a li ser avhewayê bên wergirtin.

Li gorî biryara ku ji aliyê Meclisa Şaredariya Konstanzê ve hate wergirtin, divê enerjiya li bajêr ji cûreyekî welê be ku zerarê nede avhewayê, ragihandin li bajêr dostê hawirdor û avhewayê be û li ser bikaranîna enerjiyê li avahiyan divê rêveberiyeke nû ya enerjiyê bê avakirin.

Dê li gelek bajaran rewşa lezgîn were ragihandin

Çalakiyên ji bo avhewayê bi pêşengiya xwendekara 16 salî ya Swêdî Greta Thunberg dest pê kir. Thunberg rojên Înê neçû dibistanê û ji bo avhewayê xwepêşandan pêk anî. Vê çalakiyê li gelek welatan deng veda. ‘Greva dibistanê ya ji bo avhewayê’ ku bi pêşengiya Thunberg dest pê kir, piştre veguherî ‘În a ji bo paşerojê’ û li her devera dinyayê belav bû.

Bajarê Konstanzê ku nifûsa xwe 85 hezar e, li Almanyayê bajarê destpêkê ye ku şaredariya wê li gorî vê bangê tevdigere. Tê payin ku ev biryara Konstanzê zexteke bi heman rengî li bajar û eyaletên din jî bike. KONSTANZ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar